'Rejîma Îranê hewl dide ku berxwedanan biçewisîne' 2022-10-01 09:10:01   Dîlan Babat   ENQERE - Jina bi navê F diyar kir ku hikûmet bi qûtkirina înternetê hewl dide berxwedana Îranê biçewisîne û çalakiyên berê yên jinan yên ji bo sergirtinê civakî nebûn lê piştî qetilrina Jîna Mahsa Amîni berxwedan civakî kirin.   Di 13’ê îlonê de li Îranê Jîna Mahsa Amînî ji aliyê polîsên ahlaqê yên Îranê ve bi îşkencê hat qetilkirin û piştî vê çalakiyên gel destpêkirin û bi rojane didomin. Di çalakiyên protestoyan de her diçe hejmara birîndar, binçavkirin û qetilkirinan zêde dibe. Hikûmeta Îranê jî hewl dide bi qûtkirina înternetê dengê gel biçewisîne, lê gel di çalakiyên xwe de bi israr in.   Jina bi navê F ya bi hinceta ewlehiyê navê xwe neda derbarê çalakiyên ku piştî qetilkirina Jîna Amînî hatin destpêkirin de ji ajansa me re axivî.    Avakirina komara îslamî…   Şoreşa Îranê di 11’ê sibata 1979’an de pêk hatiye û di 1’ê nîsana 1979’an de Komara Îslamî hatiye avakirin û got: “Piştî şoreşê yek carê 8’ê Adarê pêk hat. Jin 8 rojan di 8’ê Adarê de li kolanan bûn. Daxwaza wan ev bû ‘me ji bo sergirtinê şoreş nekir me ji bo azadiyê şoreş kir’. Jinan piştî şoreşê ferq kirin ku şoreş bi ku ve diçe. Piştî vê sergirtin di şevekê de ferz kirin û hêdî hêdî pêş xistin. Ewil li saziyan piştre li hemû qadên civakê ferz kirin. Têkoşîna jinan piştî şoreşê jî berdewam kir.  Lê wê demê şerê Îran- Iraqê hebû. Di pêvajoyeke wisa ya 8 salan berdewam kir de di Komara Îslamî ya hat avakirin de pirsgirêka hêzên derve hebû. Vê mijarê tevgera jinan a Îranê xist bêdengiyê. Ciwanên şoreşger diçûn şer û jin jî li plana dawî ji bo parastina welat bêdeng man. Em dikarin vê pêvajoyê pêvajoya bêdengiyê binirxînin. Piştî şer bidawî bû dem dest pê kir û tevgera jinan dîsa hat ser xwe. Bi hatina Hatemî re jinan xwe pêş xist û demek nû dest pê kir. Wê demê tevgera jinan dîsa zindî bû.”   Bi Ahmet Nejat re yekîneyên polîsên ahlaqê hat avakirin   F bi lêv kir ku di 1998’a de li Îranê Hatemî ji peywirê hatiye girtin û jinan bi vê dîsa li her qadê xwe rêxistin kirine û xwe pêş xistine û wiha da zanîn: “Piştî 1998’an tevgera jinan di civakê de zêde hat dîtin. Wê demê jinan kampanya ‘ji bo mafê jinan îmze’ dan destpêkirin. Wê demê li kolanan ji bo jinan Îmze hat komkirin. Jinên ev kampanya meşandin ji hikûmetê zext dîtin hatin binçavkirin. Lê dîsa jî tevgera jinan zindî bû di terza cil û bergan de di mafê jiyanê de xwedî gotin bûn. Di 2005’an de dema Hatemî qediya û Ahmedî Nejat hat ser peywirê. Bi hatina wî re yekîneyên polîsên ahlaqê hatin avakirin. Dest bi dewriyeya kirin û nûnerekî wezareta karê hundir, ji îstîxbarekê kesek û ji emeniyetê jî nûnerek tê de cih girt.  Ewil gotin wê der barê jinan de hişyariyan bikin. Lê piştî demekê derbarê mafê jiyana jinan de biryar girtin.”   ‘Çalakiya bêdeng a 2017’an bû dîrokî’   F her wiha destnîşan kir ku ajotina bîsîkletê ya jinan hatiye qedexekirin û gotine herame û wiha pê de çû: “Jinên bîsîklet li kolanan dajotin rastî zextan dihatin. Li dijî sergirtinê têkoşîn ji nû ve dest pê kir. Rojên çarşemê çalakiya çarşema spî hat destpêkirin. Jinan bertekên xwe dianîn ziman. Jinan li ser çapemeniya civakî bertekên xwe nîşan dan. Nokteya têkoşînê ya girtîn di 2017’an de li Tehranê jinek derkest ser platformê û çalakiya bêdeng pêk anî. Wê jinê teşeyê têkoşînê guher û jinên Îranê pir zêde piştgirî danê. Gelek jin ji ber vê hatin binçavkirin û piranî ji welat derketin çû welatên din. Têkoşîna sergirtinê bi giştî guherî. Tevî her tiştî jinan şûnde gav navêtin. Bi Jîna Mahsa re jî ev derket asta jor.”   Dem di dem protesto hatin kirin   F, têkoşîna jinan a ku bi salan hat dayîn nebû civakî û axaftina xwe wiha domand: “Jin her tim tenê hatin hiştin. Di 2019’an de ji ber bihayên benzîn sê kat zêde bû mirov daketin kolanan. Ev çalakiya protestoyî ya karkeran û gelan bû. Dem bi dem protestoyên din jî bûn. Li herêmên ereb lê bûn berxwedan pêk hatin ew jî li gelek cihên din jî pêk hatin. Wê demê Azerbeycan û Tirkiyeyê piştgirî da çalakiyê. Di 2020’an de bi kuştina Qasim Suleyman, muhafizên şoreşê balafirek xistin û protestoyan dest pê kir. Bi pandemiyê re dest pê kir lê ew jî hatin çewisandin.”   ‘Hewl didin berxwedanê biçewisînin’   F. protestoyên bi Jîna Mahsa re dest pê kir li gorî yên berê cuda ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Komên etnîk jî tevli van protestoyan bûn. Mirovên xizan, dewlemend jî tevli bûn. Sedema mezinbûna protestoyan ev bû ku navenda wê de jinan cih digirt. Jin li her derê serî hildidin. Niha dirûşmeyên ‘Jin jiyana azadî’ tên berzkirin. Ev jî nîşan dide ku piştevanî derketiye holê. Berê jin tenê bûn lê niha hemû alî piştgiriyê didin wan. Lê hikûmeta Îranê bi qûtkirina înternetê hewl dide dengê gel biçewîne.”