‘Li ser girtiyan polîtîkayên şerê taybet tên meşandin’ 2022-10-01 09:06:32   Sema Çaglak   ŞIRNEX – Rêvebera TUAY-DER yê ya Şirnexê Meryem Eşkara, destnîşan kir ku li dijî gritiyan polîtîayek şerekê taybet di dewrê de ne û diyar kir ku bi girankirina tecrîdê re jî ew polîtîka derketine asta herî jor. Her wiha xizmên girtiyan jî destnîşan kirin ku li ser girtiyan û malbatên wan şerekî di warê derûnî de tê meşandin.    Bi girankirina tecrîdê re, muameleyên kêfi ên li hemberî girtiyan û binpêkirina mafan ku li girtîgehan tê kirin  rewşa girtîyan her ku diçe xirabtir dibe. Gelek girtîyên nexweş hene ku nayên derman kirin û her wiha infaza gelek girtiyan tê şewitandin. Xizmên girtiyan ji ber van binpêkirinan dest bi nobetên edaletê kiribûn û nobetên xwe berdewam dikin. Rixmî van hemû pêkanînan jî desthîlatdarî li hemberî nobetên edaletê û rewşa girtiyan kerr û lal e.   Endam û rêvebera Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY-DER) a Şirnexê Meryem Eşkara, têkîldarî mijarê axivî.   Meryem destnîşan kir ku li girtîgehan şerekî taybet tê meşandin û got: “Polîtîkaya ku niha li girtîgehan tên meşandin ne li qada ku girtî tê de bimînin e, veguherîye qada îşkencexane û qada mirinê. Ji ber hindê 3-4 sal in li girtîgehan de şerekê taybet tê meşandin. Çawa ku li 12 ‘ê Îlonê de li girtîgehan wahşetek dihat kirin niha jî bi wê ve girêdayî ew wahşetê bi rê û rêbazên din dimeşînin. Di vî pêvajoyê de bi navê întîhar kirine girtiyan înfaz dikin. Girtîyên ku li dijî van muameleyan derdikevin jî diavêjin hucreyan. Ango di wan cezayên hucreyan de ne yê ku cezayên dîsîplînê bidin girtiyan e. Li wir cihê îşkencexaneyê ye.”   ‘Tola têkçûna xwe ji girtiyan digirin’   Meryem, diyar kir ku girtî ji hemû mafên xwe bêpar in û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Li hemberî girtiyan bi awayê kêfî tevdigerin. Di nav xwarinên wan de deterjan, bizmar an jî tiştên din derdikevin. Gelek girtî ji ber wan xwarinan nexweş dikevin û jahrî dibin. Li wir jî nayên dermankirin. Tola têkçûna xwe ji girtiyan digirin.  Ev zilm jî bi fermana dewletê û bi destên gardiyanan tê kirin. Bi wê zilmê armanc dikin ku girtî mafên xwe yên hiqûqî û gerdûnî neparêzin. Hewiha bi zextên ku dikin dixwazin ku girtiyan çavtirsandî bikin û pirsgirêkên xwe ji malbat û derve re ranegihînin. Li malbatan jî bi înfazkirina girtiyan gefan dixwin.”   ‘Tehamûlî têkoşîna dayikan nakin’   Meryem, di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser nobedên edaletê ku ji aliyê xizmên girtiyan ve hatine destpêkirin û got: “Bêguman li dijî van îşkence û binpêkirinên mafên girtiyan têkoşîna dayikan heye. Lê li van dayikan îşkence tê kirin. Dayik tenê ji bo mafên girtiyan daxwazên xwe tînin zîman û di vê daxwaza xwe de mafdar in. Lê dewlet tehamûlî vê  nake û êrîşî malbatan dike. Ev politikaya qirêj ku li ser girtiyan tê meşandin bi girankirina tecrîdê jî derketiye asta herî bilind.”   Meryem, di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku berxwedana  ji 12’ê Îlonê hatiye roja îro tê xwestin bi girankirina tecrîdê were tunekirin û got: “Tecrîda ku di destpêkê de li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hate destpêkirin îro di hemû qadên civakê de xwe dide nişandan. Ango li ser jinê, li ser xwezayê, li ser  sîyasetê tecrîdek giran heye. Bi vê tecrîdê jî dixwazin îradeya gelê Kurd hem di zindanan de hem jî li qadên civakê tune bikin. Ev jî bi girankirina tecrîda li Îmraliyê tê kirin. Qetlîamên ku tên kirin bi tecrîdê ve girêdayî ne. Dixwazin netewa Kurd û bîrdoziya gelê kurd tune bikin. Di vî warî de CPT'ê  jî erka xwe neanî cih. Hem hiqûqa navxweyî hem jî ya navneteweyî tê binpêkirin.”   ‘Divê em dengê xwe bilind bikin’   Her wiha girtiyên ku mafên wan tên binpêkirin bi rêya malbatên xwe û parêzerên van binpêkirinan radigihînin. Yek ji wan girtiyan jî Fîkret Erdem e ku 3 sal in girtî ye.  Dayika Fîkret ê ku 106 sal ceza lê hatiye birîn, di destpêkê de birin girtîgeha Şirnexê û piştî 2 salan sirgûnî Girtîgeha Mereşê hat kirin, Sedîka Erdem a ku vê sibehê lî mala xwe ya Cizîrê hat binçavkirin beriya bê binçavkirin  li ser rewşa kurê xwe wiha got, "Tê xwestin girtî ji malbatên xwe werin dûrxistin. Gelek caran me daxwazname şandin ku girtiyên me bînin girtîgehên nêzî me. Lê hemû daxwaznameyên me tên redkirin.  Dewletê li hemberî girtî û malbatên wan şerekî derûnî daye destpêkirin.  Ji girtîgehan cenazeyê girtiyan tên derxistin. Lê dewlet dibêje wan xwe kuştiye. Em ji vê yekê bawer nakin. Girtî çawa û ji bo çi xwe bikujînin. Lawê min ji bedena xwe seqet e. Tedawîya wî jî nayê kirin. Em dixwazin li Amedê tedawî bibe lê daxwazên me red dikin. Demarên destê wî qetîya ne û rewşa wî ya tenduristiyê gelek xirab e. Em dixwazin kurê min were tedawîkirin. Divê malbat hemû rabin ser piyan û ji bo girtiyan dengê xwe bilind bikin. Divê em piştgiriyê bidin nobedên edaletê.”   ‘Alavên ji bo wênesaziyê nayên dayîn'   DayikaAyaz Avşar ê ku di sala 2016’an de hate girtin û niha li girtîgeha Amedê girtîye, Taybet Avşar jî destnîşan kir ku wê herî dawî kurê xwe di cejnê de dîtiye û wiha axivî: “Em her carê dixwazin biçin bi kurê xwe re hevdtîina vekirî bikin lê derfetên me tune ne. Hevdîtina bi telefonê jî 10 deqe ye. Em ê di 10 deqeyan de çi biaxivin nizanin û tu tiştekî nikarin safî bikin. Pirtûkên zarokên me, cilên wan nadin û li hemberî wan bi awayê kêfî tevdigerin. Ayaz di heman demê de wênesaz e. Lê alavên wî yên wênesaziyê ku em jê re dijînin nadinê. Heqeratê li wan dikin. Gava nexweş dikevin nayên dermankirin. Kurê min nexweş ketibû lê nebirin nexweşxaneyê. Li girtiyan poşmaniyê ferz dikin û yên ku qebûl nakin jî zilmê li wan dikin û infaza wan dişewitînin. Zarokên me yên ku emrê wan di zindanan de derbas bû û her cûreyê zext û zordestiyê li wan hatiye kirin dê çawa ji bawerbûna bi doza xwe poşman bibin. Girtî ne poşman in.”