Li Cizîrê 2 jin hatin binçavkirin 2022-10-01 08:54:09     ŞIRNEX - Li taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê di sergirtina malan ku pêk hat de du jin hatin binçavkirin.   Li taxa Sûrê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, vî sibehê bi ser malan de hat girtin û di ecamê de jinên bi navê Hatîce Beytur û Sedîqa Erdem hatin binçavkirin.   Sedema binçavkirinan nehat zanîn. Jinên ku hatin binçavkirin birin navçeya midûriyeta polîsan a navçeyê.