Jinên Hîlala Zêrîn: Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê berxwedana me ye 2022-09-30 14:50:16     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Tevgera Çanda Hîlala Zêrîn piştgirî da xwepêşandanên jinan ên li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û got: “Bangawaziya me ji hemû jinan re; her kes divê piştgiriyê bide vê berxwedanê û wek berxwedana xwe bibîne.”   Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn têkildarî xwepêşandanên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê yên piştî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî, daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de anîn ziman ku wê bi huner û berhemên xwe li dijî rejîma melayan a Îranê bisekinin. Daxuyanî ji aliyê endama Hîlala Zêrîn Rêhev Zilfo ve li navenda Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a taxa Qenetsiwes a Qamişloyê hate xwendin.   Di daxuyaniyê de hate gotin:    “Li Îranê rejîma melayan (polîsên exlaq) jina kurd Jîna Mahsa Amînî qetil kir. Di şexsê wê de rewşa ku tê de ye careke din radixe ber çavan. Rejîma melayan a Îranê di roja ku hatiye avakirin heta îro, li ser jinan siyaset û zexta ku ava bê ku sînoran nas bike, berdewam dike. Heta roja îro jinên ku beramberî rejîma Îranê jin berxwedanê dikin. Jina Kurd a şoreşger Zeyneb Celaliyan berxwedana ku dora wê pêş ketiye, îro bi jina Kurd Jîna Amînî tê berdewam kirin. Ew berxwedan hêzê dide hemû gelan.   Dirûşmeya derdora `Jin Jiyan Azadî` deng vedide. Gelek dewlet jinan ji ber porê wan vekiriye, nekujin jî bi polîtîka û sepandinên heyî qadên jin yên azadî kêm dike, bingeha tundiyê vedike û pêşiya qetlîamên jinan vedike. Lê belê bi berxwedana ku bi pêşengiya birêz Abdullah Ocalan, hem ji bo artêşbûna jinan û hem di qada birêxistinbûna jinan de bûye bingeha moralê ya jinên cîhanê.”   Em wek jinên hunermend tu nêrînên ku jinan wek milk û namûs dibînin, qebûl nakin. Ew berxwedana li Îranê em piştevaniya wê dikin û wê berxwedanê wek berxwedana xwe dibînin. Em hemû raya giştî ya cîhanê agahdar dikin ku em ê bi hunera xwe û berhemên xwe dijî rejîma melayan a Îranê bisekinin. Bangawaziya me ji hemû jinan re; her kes divê piştgiriyê bide vê berxwedanê û wek berxwedana xwe bibîne.”