TJK-E sibê dadikeve qadan: Dem dema mezinkirina berxwedanê ye 2022-09-30 12:03:01     NAVENDA NÛÇEYAN - TJK-E di 1'ê cotmehê de li seranserê Ewropayê ji bo Jîna Mahsa Amînî çalakiyan li dar dixe û banga tevlîbûna çalakiyan kir û got: "Dem dema piştgirîdayîna vê berxwedanê û mezinkirina wê ye."   Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E), dê di 1'ê cotmehê de li seranserê Ewropayê, ji bo şermezarkirina kuştina Jîna Mahsa Amînî û ji bo piştevaniya serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îronê dê dakevin qadan. Derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin.    Daxuyanî wiha ye:   “Serhildana gelê Rojhilat û civaka Îranê ya bi pêşengiya jinan li dijî qetilkirina Jîna Amînî ya ji aliyê polîsên ‘exlaq’ ên Îranê ve her diçe mezin dibe û pêl bi pêl belav dibe.    Weke hemû dewletên despotîk, desthilatdariya mêran careke din hewl dide vê serhildanê bi xwîn û zorê bitepisîne. Lê ti çewisandin û êriş wê nikaribin têkoşîna jinan a bilind dibe asteng bike. Daxwazên jinên kurd û Îranî daxwazên demokratîk û gerdûnî ne. Çawa ku daxwazên jinan nayên paşguhkirin, zext û zordariya wan jî nayê qebûlkirin.   Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê em bi çalakiyên hem li Rojhilat, hem li Îranê û hem jî li derveyî welat bûne dengê Jînayê û em ê bidomînin. Berpirsiyariya me hemûyan e ku em vê berxwedana azadiyê bi tenê nehêlin û li ser esasê azadî û demokratîkbûnê û  ji bo demek dirêj ji jin û gelan re veguherînin destketiyan. Weke Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê em ê bi dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ têkoşîna xwe ya hevpar bi jinên ji gelek gel û civakên li Ewropayê re berfireh bikin.   Li ser vê bingehê em bang li jinên Kurd û Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn dikin ku bi xurtî tevlî çalakiyên ku wê 1’ê Cotmehê roja Şemiyê ji bo Jina Emînî û gelê Rojhilat li seranserê Ewropayê bên lidarxistin bibin. Dem dema piştgirîdayîna vê berxwedanê û mezinkirina wê ye.”