ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-30 09:00:00     *Jinên ku tevlî konferansas TJA’yê bûn, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Çareseriya pirsgirêka kurd bi azadiya Birêz Ocalan pêkan e. Ji ber vê jî pêwîste jin bi rêxistinî berxwedana xwe bidomîne û ji pêvajoya xetimî rizgar bibe." DÎMEN HEYE   *Jinên ku di şert û mercên dijwar de 12 saetan di zeviyên pembû de dixebitin destnîşan kirin ku qeyrana aborî bandorek mezin li wan kariye  û ji neçarî bi heqdesteke erzan dixebitin.  DÎMEN HEYE   *Aktîvîsta ekolojiyê ya Polen, Yurdagul Çelîk da zanîn ku bi hezaran kesên tevli meşa Cudî bûne li dijî şer û talanê peyamek xurt dane û got: “Ne tenê dara ber mala min, dara çiyayê Cudî jî dara min e. Divê em vê pergala faşîst hilweşînin û têkoşîna xwe rêxistin bikin. Divê em têkoşînê de bibin yek.” BI DÎMEN   *“Dema ku em bibêjin sînemaya Kurdî mijareke vekirina cîhê ye, di naskirina vê pirsgirêkê û xeyalkirina pêşerojeke wekhev a zayendî de rolek girîng dilîze. Ji ber ku Kurd dema behsa serpêhatiyên xwe dikin careke din dibin hedefa şîdetê, girîngî û dijwariya xebata van fîlmçêkeran zêdetir diyar dibe û barê giran ê jiyanê wekî berpirsiyariyeke polîtîk xwe dide der.” NIQAŞÊN JINEOLOJIYÊ...   *Hîdayet Ay ku cenazeyê keça xwe Hatîce Ay a YJA STAR’î girt, bang li hemû dayikan kir ku xwedî li cenazeyên zarokên xwe derkevin û wiha got: “Ez ê xwedî li mîrateya keça xwe derkevim. Keça min Delal bû û berê xwe da çiyan. Li wir bû xezal..” BI DÎMEN