Pirşeng Şaho: Dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ bû meşaleya têkoşîna jinan 2022-09-29 12:22:18     NAVENDA NÛÇEYAN - Endama KJAR’ê û Çalakvana Mafê Jinan Pirşeng Şaho bal kişand ser serhildana Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û got: “Dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ îspat kir ku têkoşîna jinên kurd bûye meşeleya têkoşîna jinan a li tevahî cîhanê. Jinên Rojhilat tirsek pir mezin di dilê dijminê dagirker de çêkir."   Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî li Tehranê ji hêla “polîsên exlaqê” ve bi hinceta pora wê xuya dike bi îşkenceyê hat qetilkirin. Çalakiyên ji bo Jînayê hatin destpêkirin hêj berdewam in. Çalakvana Mafê Jinan û Endama Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR) Pirşeng Şaho têkildarî serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û her wiha qetilkirina jinan a li Rojhilatê Kurdistanê ji Ajansa ROJNEWS'ê re axivî.    ‘Jin şiyar bûne û serî natewînin’   Pirşeng Şaho balkişand li ser qetilkirina jinên kurd û wiha got: “Serî de em qetilkirina Jîna Amînî û Şilêr Resûlî yên ku bi destê rejîma dîktator û dagirker a Îranê mehkum û şermezar dikin. Qetilkirinên jinan van rojane bi her navî yanî ji namûsê bigre heta hîcabê em dibihîzin. Ji ber ku jin di komelgehek rêgezperest û olperest de dijîn, rastî her cure tundûtîjiyê tên û dixwazin jinan di çarçoveya zagon û yasayên wan de bijîn. Lê em dikarin bi kêfxweşî vê tiştê bêjin ku jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, êdî weke berê nemane. Jin niha şiyar bûne û ne tenê li hember sîstema zilamperest serî natewînin, li hemberî vê neheqî û ne edaletiyê serî radikin û bi dirûşmeya 'Jin, jiyan, azadî’ dixwazin dawî li sîstema dagirkerî were. Ji ber vê yekê ye ku herî zêde jin tên hedef girtin.”   ‘Rejîma Îranê bi her şêwazî dixwaze jinan kole bike’   Pirşeng di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku sîstema qirker bi her şêwazî dixwaze pêşî li jinan bigre û wan di mal de bifatisîne ji ber ku baş dizanin eger azadiyek hebe, ev ê bi destê jinan û bi pêşengiya jinan bê kirin û wiha domand: “Her dewlet ango rejîmek ji bo ku gelê azadîxwaz serkut bike, di destpêkê de êrişî jinê dikin. Her rejîm ango dewletek bi rêbazên xwe ve, vê yekê pêk tînin  û rejîma Îranê jî ji roja ku hatiye ser kar stûna hikumeta xwe li dijî jinan û Gelê Kurd daniye. Rejîma Îranê bi her şêwazî dixwaze jinan kole bike û her roj bi hîncetên cuda êrişî wana dikin û dema ew têrê nekir, jinan bi fîzîkî hedef dikin. Weke em van rojane jî di kesayeta Şilêr û Jîna de vê yekê eşkere dibînin.”   ‘Îran li hemberî jinan ditirse'    Pirşeng diyar kir ku divê herî zêde jin xwedî lihev derkevin û wiha pêde çû: “Pêwîste herî zêde jin xwedî li hevdû derbikevin û bikaribin xwe bi rêxistin bikin. Ji ber ku eger jin bi rexistinkirî bin û yekgirtî bin, dikarin dawî li her rejîmekê bînin. Netewên cuda cuda di erdnîgariya Îranê de dijîn. Jinên kurd, fars, azerî, belûçî, ereb, gelkî û mazenî eger xwe bi rêxistin bikin, dikarin Îranê bihejînin. Ji xwe hemû zextên ku ji aliyê Îranê ve li ser jinan tê birêvebirin jî, viya carek din da îspatkirin ku tirsek pir mezin a Îranê li hemberî jinan heye. Ji ber vê yekê hewil dide jinan parçe bike, qetil bike û dengê wan bifetisîne.”   ‘Bi pêşengiya jinan serhildan dest pê kir'   Endama KJAR’ê û Çalakvana Mafê Jinan Pirşeng Şaho bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Bi dilxweşiyek mezin em hemû jinên Rojhilat û Îranê ji bo helwestên ku raber kirine silav dikin û em ji wan re dibêjin ku ew ne bi tenê ne. Ji ber ku dirûşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ ev yek bi cîhanê da îspatkirin ku têkoşîna jinên kurd bûye meşeleya têkoşîna jinan li tevahî cîhanê. Jinên Rojhilat bi rastî pir hişyar tevgeriyan û tirsek pir mezin di dilê dijminê dagirker de çêkir. Serhildana ku bi pêşengiya jinan destpêkirî di asta herî jor de dengê narazî yên gel nîşan da.”