Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam dike 2022-09-29 12:04:52     NAVENDA NÛÇEYAN - Zext û çewisandinê nekarî rê li pêşiya xwepêşandanên li dijî qetilkirina Jîna Mahsa Aînî bigire. Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê xwepêşandan û çalakî di roja xwe ya 12’yemîn de bê navber berdewam kir.   Çalakî û xwepêşandanên li dijî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî duh êvarê jî li kolanên bajarên Sine, Tehran, Yezîd, Esfehan, Xoresana Rezewî û hinek parêzgehên din bê navber berdewam kir.   Xwepêşanderan dirûşmeyên, “Mirin ji bo dîkdator”, “Mirin ji bo Xameynî” û “Jin, jiyan, azadî” berz dikirin. Her wiha xwendekarên hinek zanîngehan jî qetilkirina Jîna Amînî û tundutijiya li dijî xwepêşanderan tê pêkanîn şermezar kirin.   Di demekî ku xwepêşandan berdewam dikin, Artêşa Îranê bi hinceta ku  rola hizbên Rojhilatê Kurdistanê yên di nava xaka Herêma Kurdistanê  de, di xwepêşandanan de hene û li ser ewlehiya wan metirsîdare, bi mûşek balafiran baregehên wan ên li Herêma Kurdistanê bombebaran kirin.    Li ser dosyeya qetilkirina Jîna Amînî, parêzerê malbatê Salih Nîkbextî ragihand ku malbata Jîna Amînî doz li ser kesên ku destê wan di nava girtin, lêdan û qetilkirina Jîna Amînî de hene vekiriye.   Di derbarê heman mijarê de Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî di hevpeyvînek xwe ya di televizyonê de ragihand ku di demek nêz de, rapora sedem û çawaniya jiyana xwe ji dest dana Jîna Amînî dê were parvekirin.   Reîsî careke din gef li xwepêşanderan xwar û wan weke ‘provakator’binavkir û got ku rê nadin provakatoran û wê bi tundî li ber wan rabin.