Gelo wê hîmê rejîma Molla ya 40 salî bihêje? 2022-09-29 09:04:34     ENQERE - Rojnameger Hediye Levend der barê çalakiyên li Îranê berdewam dike de axivî û got: “Ger ku zextên li ser jinan ên li Îranê bê rakirin wê pergala rejîma Îranê bi giştî; wê zemîna hiqûqî, aborî, civakî û polîtîk de biheje.   Li Îranê jina bi navê Jîna Mahsa Amînî ji aliyê polîsên ahlaqê ve hat qetilkirin û ev jî yek ji mînakên dawî ya êrîşa li hember jinan a şerê taybet e. Jin li dijî van polîtîkayan li her derê têkoşînek dîrokî didin. Ji bo Jîna Mahsa Amînî li Îranê li gelek deverê çalakiyên protestoyî hatin destpêkirin û di demek kurt de li her derê belav bûn. Herî kêm 50 kes hatin qetilkirin û li gorî daneyên Women in Journalîsm (CFWIJ) 17 rojnameger di serdegirtina malan de hatine girtin.    Çalakiyên li Îranê ketin roja 12’emîn. Rojnameger Hediye Levend a li qada Rojhilata Navîn dixebite der barê rewşa li Îranê de axivî.    ‘Niha rewş tam çawaye em nizanin’   Hediyeyê balkişand ser qetilkirina Jîna Mahsa û der barê rewşa niha li Îranê de ev nirxandin kir: “Bi rastî em niha agahiyeke baş nikarin ji Îranê bigirin. Ji dawiya hefteyê de li hinek deveran înternet hat birîn. Li hinek deveran hêdî dixebite. Heta min hewl da bi hinek kesan re bi dîmen hevdîtinan bikim an jî nêrînan jê bigirim lê pir zehmetî çêbû. Ji ber înternet tunebû. Ji ber vê jî em nizanin niha rewş tam çawa ye. Hinek îdiayên ketine ser çapemeniya rojhilata Navîn û cîhanê hene. Der barê girtin, mirî û birîndaran de hinek guman hene. Ji ber em agahiyek baş nikarin ji Îranê jî bigirin ev vediguhere pêvajoyek dezenformasyonê. Lê em dikarin vê bêjin alîgirên rejîmê jî çalakiyên piştgiriyê pêk tînin. Ew bi roj dikin û bi şev jî ji deverên cuda yên Îranê gel dadikevin kolanan. Tişta em dizanin ev e.”   ‘Piştî Mahsayê bertek zêdetir bûn’   Hediyeyê daxuyand ku ji sala 2019’an de ye hinek çalakî hebûn lê li Îranê hema hema her roj roj çalakî hene û bi taybet jî xwendekarên zanîngehê bi hincetên cur bi cur çalakiyan pêk tînin. Hediyeyê ev tişt bi lêv kir: “Di çalakiyan de her tim ji bo azadiyê, pirsgirêkên aborî, hişkesalî û nelêrêtiyê dirûşme derdiketin pêş. Ji sala 2019’an şûnde ji bo sergirtina jinan çalakî pêk hatin û gavên biçûk hatin avêtin. Hinek protestoyên sembolîk pêk hatin. Ji xwe çalakiya Çarşema Spî hîna ddome û her çarşem jin tên gel hev û çalakiyê didomînin. Hewl didin dengê xwe bidin bihîstin. Lê piştî Mahsayê li dijî ferzkirina serîgirtinê dirûşmên zelal derketin holê. Li aliyê din jî li hember rêveberên Îranê, lîderê olî Humeynî dirûşmên gelek xurt hene. Li kolanên Îranê bi taybet niha nifşekî nû yanî nifşê Z heye. Ev nifş wek dê û bavan, kal û pîran girêdayînek îdeolojîk nahewînin. Ji ber vê jî ev rêberî û qanûn ji wan re pir bi sînor tên. Ya rast niha hêrsek mezin heye.”   ‘Ji ber nasnameyê heman dirûşme tên berzkirin’   Hediyeyê destnîşan kir ku çalakî ewil li bajarên Kurd ên Îranê hatine destpêkirin ji ber ku Mahsa ji malbatek Kurd tê û cihê definkirina cenaze wê jî ew der bûye. Hediyeyê di berdewamiyê de wiha daxuyand: “Li wir bertek û protestoyek mijara gotinê ye û piştre li hemû bajaran belav bû. Ev ne wek serhildaneke etnîkî yanî ya Kurdane. Ger etnîkîbûna wê li bajarên din pêk nehatiba. Di çalakiyan de bi her zimanî dirûşme tên berzkirin. Ev demek bû hêrseke ku mezin dibû hebû. Li dijî polîtîkayên rejîmê, rêveberiya xerab û gelek pêkanînên din bertek hebûn. Em di çalakiyan de gelek mêran jî dibînin. Çalakiyên ji bo sergirtinê cara yekem pêk nayên. Lê ev yekem car ket çapemeniya navneteweyî. Vê jî Îranî baş dizanin.”   ‘Der barê daxwazan de hîna profîlek tune ye’   Hediyeyê bal kişand ser daxwazên gel û wiha dirêjî dayê: "Gel hîna der barê daxwazan de profîlek xêz nekirine. Ji ber çalakî spontane pêş ketin lîderiyek jî tune. Ya duyem jî xeleka prostestoyên ku bi komî hatiye organîzekirin tune ye. Li welat înternet hatiye astengkirin. Gelek hêzên ewlehiyê daketine kolanan. Yekîneyên îstîxbaratê zêdetir mesayiyê dikin. Ji ber van jî organîzebûna wan bi rastî jî gelek zehmet e. Bi rastî hêviya min tune ku ev protesto encamek erênî bidin. Di vir de mijar ne tenê mijara jinê ye. Mijar ne mijara sergirtina jinê ye. Ji ber Îran welatekî şerîatê ye, feraseta wan a der barê tiştan de ne tenê der barê jinan de ye."   Hediyeyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser Tirkiyeyê ku di vê mijarê de tu daxuyanî nedaye û wiha dawî lê anî: “Çend sedemên vê hene. Li Tirkiyeyê rewşa jinê wek pêkanînên li Îranê nîne. Lê mixabin rewşa jinê her diçe xerab dibe. Lê ez ne bawer im ku Tirkiye rabe ji Îranê re bêjê ‘Ey Îran ger jin nexwazin bila xwe bigirin bila negirin’. Wê îronî be. Ji ber vê jî li gorî min Tirkiye tiştek wisa wê nebêje.”