Jin li Panosê ji bo Jîna Mahsa hatin gel hev 2022-09-28 13:30:39     AGIRÎ - Jin li Panosê li dijî qetilkirina jina kurd Jîna Mahsa Amînî ku li Îranê ji aliyê "polîsên ahlaqê" ve li Îranê bi îşkenceyê hat qetilkirin li hev kom bûn û rejîma Îranê şermezar kirin.   Li navçeya Panos a Agiriyê, jin di pêşengiya Hevşaredara Panosê ya HDP'ê Muşerref Geçer, de li Navenda  Jinan a Teşiyê li dijî qetilkirina jina kurd Jîna Mahsa Amînî ku li Îranê ji aliyê "polîsên ehlaqê" ve hat qetilkirin hatin gel hev.   Jinên ku qetilkirina Mahsayê şermezar kirin, bal kişandin ser girîngiya hevkariya jinan û gotin ku li dijî şîdeta mêr pêdivî bi têkoşîna hevapar heye.