Berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' berdewam dike 2022-09-28 12:32:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Xwepêşandan û çalakiyên dijî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê tevî binçavkirin û zextên hêzên rejîma Îranê berdewam kir.   Li gorî dîmenên ku li ser torên civakî tên parvekirin xwepêşandan û çalakiyên li dijî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî li kolanên bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam kir. Xwepêşander heta derengiya şeva borî jî bi diruşmeya ‘Jin, jiyan, azadî’ li kolanên parêzgehên Sine û Kirmanşan bûn. Lê li gorî heman dîmenan hêzên rejîma Îranê gulebaranên raste rast û gazên dijwar li ser xwepêşanderan reşandin.   Her wiha li cihên cuda cuda yên paytext Tehranê jî bi awayekî berfireh xwepêşandan û nerazîbûn berdewambûn û bi heman awayî li kolanên Tehranê jî hêzên rejîma Îranê rasterast gule li xwepêşanderan di barandin. Hêzên rejîmê li herêma Ekbatanî li ser malên ku tê de welatiyan diruşmeyên li dijî rejîma Îranê berdikirin gule barandin.   Heman nerazîbûn û xwepêşandan li kolanên Meşhed, Kerec û hinek bajarên din ên parêzgeha Farisê, Fîruzawa û Zerîn Deşt berdewam bûn û dirûmeyên li dijî hikûmeta Îranê û rêberê bilind yê Îranê berz dikirin.   Di dîmenên ku ji duh şev ve hatîn parvekirin de tê dîtin ku li bajarê Çabeharî yê ser bi parêzgeha Sistan û Belucistanê xwepêşanderan hinek sazî û dezgehên hikûmeta Îranê dişewitînin û li beramberî vê polîs rasterast gule li xwepêşanderan direşînin.   Neteweyên Yekbûyî duh li beramberî êriş û tundutijî û raste rast gulebarana hêzên rejîma Îranê li hember xwepêşanderan pêktîne û qûtbûna înternetê ji aliyê Îranê ve, xemgîniya xwe nîşan dabû.   Li gorî bilançoya duh a Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê belavkirî, ji destpêka xwepêşandanan heta niha herî kêm 76 xwepêşander hatine kuştin ku jê 6 jin û 4 zarok bûn.