Qetilkirina Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero hat şermezarkirin 2022-09-28 12:10:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê şehîxistina hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û diyar kir ku ev êriş hewldanên ji bo tunekirina xetereya DAIŞ`ê qels dike.   Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêş navenda Meclisa Rêveber a li navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê ji aliyê cîgira hevserokatiya meclisê Ahîn Siwêd ve hat xwendin û hemû deste, nivîsgeh û komîteyên girêdayî meclisê tê de amade bûn.   Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:   “Bi hedefgirtineke hovane û terorî ya nû ya dagirkeriya Tirk bi rêya balafirên bêmirov ên biçek, balafireke bêmirov û biçek a Dewleta Tirk a dagirker duh saet di 13:50`an de erebeyeke girêdayî saziyên Rêveberiya Xweser hedef girt ku tê de hevserokên Nivîsgeha Dad û Çaksaziyê ya herêma Cizîrê yên ku ji bo kontrolkirina navenda çaksaziyê û ji nû ve amadekirinê ya bi hezaran terorîstên DAIŞ`ê lê ne, ketibûn rê. Di êrişê de her du hevserok hatin şehîdxistin.   Her wiha di saetên êvarê de gundên Zirganê bi çekên giran hatin topbarankirin, di encamê de 2 zarokên bi navên Rîma Ehmed Îsmaîl (14) û Nayîf Ebdulqadir (14) şehîd bûn û 6 kesên din birîndar bn ku di nav de zarok û jin hebûn.   Ev karên hovane berdewama şerê qirkirinê yê dewleta tirk a faşîst a li dijî gelên herêmê û hedefgirtina saziyên Rêveberiya Xweser e, yên ku ji bo xizmeta gelên herêmê, ewlehî û îstiqrara wan kar dikin, her wiha bi armanca valakirina herêmê ji niştecihên wê yên resen û derbekirina projeya Rêveberiya Xseser tê kirin.   Hedefgirtina rêveberiyên me yên Nivîsgeha Dad û ÇAksaziyê hemwextî operasyonên hêzên me yên ewlekariyê û yên leşkerî bi hevkariya Koalîsyonê ji bo tunekirina şaneyên terorîst ên DAIŞ`ê ku dagirkeriya Tirk piştevaniya wan dike, tê kirin. Piştî ku hewldanên wan ên kontrolkirina girtîgeha Sînaa ya HEsekê û îlankirina xîlafetê li kampa Holê bi bin ketin, hewl didin aramiya herêmê têk bibin û hemû hewldanên ji bo tunekirina xeteriya DAIŞ`ê û bi taybet li girtîgehan ku bi hezaran DAIŞ`î tê de ne, qels dikin.   Ev van karên terorê yên dagirkeriya Tirk şermezar dikin û wekî sûcên şer ên li diî mirovahiyê dihesibînin. Em civaka navneteweyî, Koalîsyonê ş Rûsyayê berpirsê komkujî, kuştin û wêraniya ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, nîşan didin.   Em sersaxiyê ji xwe, malbatên şehîdan û gelê xwe yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re dixwazin. Em soz didin hevrêyên xwe yên şehîd Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero ku em ê parastina destkeftiyên gelê xwe û aramiya herêmên xwe bidomînin. Ew ê di kar û têkoşîna me de her pêşeng û minareya me bin.”