Di êrişê de hevserokên Buroya Edaletê hatin qetilkirin 2022-09-28 12:04:21   NAVENDA NÛÇEYAN - Di êrişa dewleta tirk de Hevserokên Buroya Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero hatin qetilkirin.    Balafira Biçek û Bêmirov a Dewleta Tirk duh li xaçerêya gundê Til Ceman ê 5 kîlometreyan dûrî navçeya Girkê Legê ya girêdayî Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrişî wesayîtekê kir. Di daxuyaniya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê ya têkildarî bûyerê de hate diyarkirin ku Hevserokên Buroya Edaletê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Zeyneb Mihemed û Yilmaz Şero hatin qetilkirin.    Di êrişa li dijî gundê Mişêrfe yê girêdayî navçeya Zirgan a Hesekê hate kirin de jî Nayîf Ebdulqadir Hiyawî û Rîma Ehmed Îsamîl Hiyawî hatin qetilkirin, zarok jî di nav de 5 welatî jî birîndar bûn. Rehef Qetaf, Heca Hiyawî, Cûdî Hiyawî, Dinya Îsmaîl û Fayîz Hiyawî ku birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Gel a Navçeya Dirbêsiyê û Nexweşxaneya Hesekê.