ROJEVA 28'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-28 09:00:00     *Jina bi navê A. ya Îranî da zanîn ku piştî Jîna Mahsa Amînî ya li Îranê bi îşkencê hat qetilkirin şûnde protestoyên li welat hatine destpêkirin û li welatên din yên cîhanê belav bûne qelsin û dîsa jî çalakiya jinan  cesaret daye mêran. A banga piştgiriyê li hemû gelê Tirkiye û cîhanê kir. BI DÎMEN    *Hevberdevka Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratîk a HDP’ê Halîde Turkoglu da zanîn ku siyastmedarên Kurd her tim bi zextan re tên rû hev û ligel vê hewl didin hemû civakê bikin girtîgehan. Halîdeyê da zanîn ku divê her alî dengê xwe bilind bikin û her berxwedan, her bertek girîng e. BI DÎMEN    *Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine taloqkirin li ber ATK’ê ya Amedê çalakiya xwe ya "Nobeta Edaletê" dê bidomînin. (11.00)