Jinan li Bernê, piştgirî dan, berxwedana li Rojhilat û Îranê 2022-09-28 08:38:16     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinan li Bernê bi dirûşma "Jin, jiyan, azadî", piştgirî dan, berxwedana li Rojhilat û Îranê.    Li Kantona Bernê ya Swîsreyê ji bo Jîna Emînî ya ji aliyê “polîsên exlaq“ ve li Îranê hat qetilkirin çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.   Jinan pêşengî ji çalakiyê re kir. Gelek jinên Swêdî û Îranî tev li çalakiyê bûn. Çalakî li qada Bahnhofê hat lidarxistin. Wêneyên Jîna Emînî di çalakiyê de hatin hildan. Jinan bi hildana pankartan û berzkirina dirûşman bertek nîşanî Rejîma Îranê da.   Endama Meclîsa Şehîd Berjîn Jînda ya Meclîsê Bernê Saadet Kûran li ser navê jinan di çalakiyê de axivî. Saadet destnîşan kir ew piştgirê berxwedana li Îranê ne ku bi rojan e berdewam e û got: "Jinên li Îranê, daxwaza demokrasiyê dikin. Divê cîhan li berxwedanê bibe xwedî. Wê rejîm teqez têk biçe."   Piştî axaftina Saadet nivîsa bi Elmanî ya ji bo çapemeniyê hat xwendin. Jinên Îranî ku tev li çalakiyê bûn jî bi bertekên xwe nîşan dan.   Hin jinan piştî axaftina porê xwe jêkir û hin jinan jî çarikên bi xwe re anîbûn şewitandin.   Çalakî bi berzkirina dirûşmeya "Jin, jiyan, azadî" bi dawî bû.