Leşkeran li ser gora Hatice Ay a YJA STAR'î nobed girtin 2022-09-28 08:18:50     AMED - Leşkeran li ber gora Hatice Ay a YJA STAR'î ya çend roj berê, bi êrişa SÎHA'yan jiyana xwe ji dest da, nobed girtin   Li nêzî Çiyayê Gorsê yê navçeya Pîranê ya Amedê di 20'ê Îlonê de bi êrişa SÎHA'yê Hatice Ay a YJA STAR'î bi du hevalên xwe re jiyana xwe ji dest dan. Hat hînbûn ku leşkeran li ser gora Hatice Ay a YJA STAR'î ya li Gundê Hewreyê yê girêdayî navçeya Pasûrê ya Amedê di 25'ê îlonê de ji şev heta sibehê nobed girtine.    Hat hînbûn sibehê dema roj hilatiye leşker ji ser gorê çûne, lê hinceta nobedê nehat hînbûn.