Ji bo Jîna Amînî jinan li Bremenê porê xwe jêkirin 2022-09-27 11:12:01     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Mahsa Amînî û piştgiriya ji bo berxwedana li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, jinan li bajarê Bremenê yê Elmanyayê çalakiyek li dar xistin û porê xwe jêkirin.   Jîna Mahsa Amînî ya 22 salî ku di 13'yê îlonê de li Îranê ji aliyê polîsên "exlaqê" ve bi hinceta "porê wê xuya dike" rastî îşkenceyê hatibû, di 16'ê îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî mirina Jînayê gelê Rojhilata Kurdistanê û Îranê li dijî rejîma Îranê serî rakir. Greva ku di 19’ê îlonê de li seranserê welat dest pê kir, belavî bi dehan bajajaran bû û çalakiyên protestoyî yên bi girseyî hatin lidarxistin. Jinan bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" li kolanan pêşengiya çalakiyan kirin. Her wiha li çar aliyê cîhanê jî piştgiriya çalakiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat kirin.    Li Bremena Elmanyayê jî kuştina Jîna Amînî hat şermezar kirin. Bi banga rêxistinên kurd, îran, efgan û elman, bi tevlîbûna hezar kesî çalakiyeke protestoyî hat lidarxistin.    Çalakî di bin baranê de li pêşiya Haûptbahnhofê hate lidarxfistin û jinan ji bo şermezarkirina Dewleta Îranê porê xwe jêkirin. Di çalakiyê de wêneyên Jîna Amînî, alên YPJ'ê û pankartên li ser daxwaza azadiya jinê hatin hildan.