Hevsekretera ELDH’ê Ceren: Îmrali ji hiqûqê jî hatiye tecrîdkirin 2022-09-27 09:02:50     Rozerîn Gultekin   STENBOL -  Hevsekretera giştî ya ELHD’ê Ceren Uysal ku di nav parêzerên ku ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re name ji wezareta dadê re şandin de cih digirt, da zanîn ku ligel wan ji 30 welatî zêdetirî nêzî 2 hezar parêzerî serlêdan kiriye û 2 hezar parêzerî heman daxwaza rewa kiriye.   Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 23 sale li Îmraliyê tê tecrîd kirin demek dirêje nikare bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê bike. Bi pêşengiya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD), di nav de nûnerên saziyan û serokên baroya jî heye 775 parêzerên li 29 baroyan qeydkirî li dijî qedexeya hevdîtinan di navbera 10-17’ê hezîranê de serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Piştî vê di 14’ê tebaxê de bi pêşengya Yekitiya Parêxerên Ewropa yên Ji bo Demokrastî û mafê Mirovan yên Cîhanê (ELDH) ji 22 welatan 350 parêzer bi armanca ji Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin name ji wezareta dadê re şandin. Herî dawî jî ji welatên Fas, Fîlîstîn, Herêma Federal a Kurdistan, Iraq, Lubnan, Misir, BAkur û Rojhilatê Sûriyeyê û Urdunê re 756 parêzerî serî li wezareta dadê dan ku bi Abdullah Ocalan û sê girtiyên din yên li Îmraliyê dimînin re hevdîtinê bikin.   Hevsekretera Giştî ya ELDH’ê Ceren Uysal der barê armanca serlêdana kirine de nirxandin kir.   ‘Li Îmraliyê hikûk jî hatiye tecrîdkirin’    Cerenê da zanîn ku tecrîda li Îmraliyê û her qada jiyanê pêk tê sûcê mirovahiyê ye û tecrîd bi gelek biryarên dadgehan sûcê mirovahiyê û sûcê îşkencê hatiye dîtin û got: “Tecrîda dem kurt jî badnorek mezina psîkolojîk û fîzîkî li ser mirovan dike. Lê li Îmraliyê bê navber pêk tê û encamên vê jî bêguman kirin. Di pêkanîna hiqûqê de jî tecrîd heye. Qanûnên li Tirkiyeyê jî pêk nayên. Em behsa rejîmeke ku prosedurek taybet pêk tîne dikin. Tecrîdeke ku veguheriye îşkenceyê û li salan belav bûye heye.”   ‘Dixwazin peyamê bidin civakê’   Cerenê balkişand ser armanca tecrîdê û got dixwazin bi tecrîdê re peyamê bidin civakê û wiha daxuyand: “Tê zanîn ku Birêz Ocalan ji bo Gelê Kurd çi îfade dike. Desthilatdarî û yên derdora wan bila qebûl bikin an jî nekin, li vir realîteyek mijara gotinê ye. Aşkeraye ku der barê fîîlên pêk tê de pêkhatinek tune. Ger ew fîîl di qanûna ceza ya welat de sûc teşkîl bike cezayê wî sûcî heye. Dema pêkanînek wisa pê bê ne tenê ew kes civak jî tê cezakirin. Peyamek wisa tê dayîn.”   ‘Tirkiye hêzê ji peymanên penaberiyê digire’   Cerenê bi lêv kir ku bi salane di hiqûqa Tirkiyeyê de pirsgirêk heye û daraz êdî rizyaye û wiha daxuyand: “Bi rewşa kaosa di darazê de dijhiqûqî bûn zêde bûye. Îro tenê em mijara bêdengiya li hember Îmrali najîn. Em behsa rastiya serokomarê ku dibêje ez biryarên DMME’ê nas nakin, dikin. Tirkiye bi rehetiye ku Ewropa ceza nade tevdigere. Vê hêzê jî ji peymanên penaberan digirin. Tirkiyeyê demek kurt de bersiv da Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ku Buroya Hiqûqê ya Asrinê serî lê dabû. Lê di çarçoveyek hiqûqî de bersivek nehatiye dayîn. Tirkiyeyê îdia kir ku mafê hêviyê di çarçoveya TMK’ê de ji bo hemû girtiyên muebeta ceza girtine derbas dare. Lê nîqaş bixwe cezayê muebeta girane. Îstîsnaya hatiye venasîn bixwe dijhiqûqiye. Dvê em vê mijarê di qada navneteweyî de bi awayekî xurt bidin meşandin.”   ‘Dixwazin wisa bihêlin’   Cerenê destnîşan kir ku STK’yan serî li Komîteya Wezîrana Konseya Ewropa dane û ji bo Tirkiye bersiv bide dem hatibû dayîn, tevî ku ev dem qedyaye jî Tirkiyeyê bersiv nedaye û wiha domand: “Ev jî tê wateya ku Tirkiye STO’yan muxatab nagire. Bi dehan carî ji bo dosyayên DMME’ê dem xwestin û dosya ji demê re hiştin. Em bersivê ji hikûmetê dipên.”   ‘2 hezar parêzerî daxwaza rewa anî ziman’   Cerenê diyar kir ku wek ELDH’ê li dijî dijhiqûqiyên Îmraliyê ketiye tevgrê û ji bo hevdîtinê pêk bînin serî li Wezareta Dadê dane û got: “Ev demek dirêje em şopdarên pêvajoya îmraliyê ne. Piştî serlêdanên  rêxistinên maf yên Tirkiyeyê me jî hewce bi serlêdanek wisa dît. Piştre ELHD,  Parêzer û hiqûqnasên demokrat yên Ewropayê bi hev re serî li CPT dan. Lê me bersivek negirt. Piştre li Tirkiyeyê parêzeran ji bo hevdîtinê serlêdan kirin. Me jî xwe parçeyek vê xebatê dît. Ji 30 welatî zêdetir ji nasnameyên cuda 2 hezar parêzerî daxwaza xwe ya rewa anî ziman. Di rewşa bersiva erênî ji bo serlêdanan bê dayîn de wê delegasyonek ji bo Îmraliyê bê şandin. Di rewşa bersivek neyînî an jî bersiv neyê dayîn de em ê bi awayekî hiqûqî îtîraz bikin.”