ROJEVA 27'Ê ÎLONA 2022'YAN 2022-09-27 09:00:28     * Sozdar Tûrgût, di temenê biçûk de eleqeyê nîşanî xêzkirina sûretan dide û heta îro jî li ser vê yekê hewl daye ku xwe pêş bixe. Sozdar, diyar kir ku bi xêzkirina sûretan hewl dide ku hestên mirovan bîne ziman. BI DÎMEN    *Hevsektera giştî ya ELHD’ê Ceren Uysal ku di nav parêzerên ku ji bo hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re name ji wezareta dadê re şandin de cih digirt, da zanîn ku ligel wan ji 30 welatî zêdetirî nêzî 2 hezar parêzerî serlêdan kiriye û 2 hezar parêzerî heman daxwaza rewa kiriye. BI DÎMEN    * Piştî Jîna Mahsa Amînî hat qetilkirin şûnde têkoşîna jinan li hemû cîhanê belav bû û jinên Îranî û Kurdistanê peyama ‘Em bi hev re bimeşin wê ev hikûmet biqede. Em ê dest ji tekoşînê, dest ji kolanan û bilindkirina dengê xwe bernedin.” BI DÎMEN    *Seroka EFA’yê Lorena De Lacalle anî ziman ku TJA ji bo wan mînake û wiha got: “Ez bo fêrbûnê têm vir.” Ghîna Al Andary jî ku ji Lubnanê tevli konferansê bû da zanîn ku konferansa TJA’yê peyama avakirina tevgera femînîst a cidî daye. Behkal Fawzi Saleh jî ya ji Başur tevli bû got li her çar parçeyê Kurdistanê divê jin bibin yek. BI DÎMEN