Jinên ku ji Herêma Kurdistanê hatine serdana DBP’ê kirin 2022-09-26 16:09:55       AMED - Jinên endamên Yekitiya Parlamenteran a Kurdistan, Hizbî Şûî, Hizbî Zehmetkêşan û Tevgera Goran ku tevlî Konferansa TJA'yê bûbûn, serdana Buroya Şewirmendiyê ya DBP'ê ya li Amedê kirin û gotin: "Ji bo yekitiya Kurdistanê divê em jin di nava hewldanan de bin.”   Jinên endamên Yekitiya Parlamenteran a Kurdistan, Hizbî Şûî, Hizbî Zehmetkêşan û Tevgera Goran ku ji Herêma Kurdistana Federe tev li 4’emîn Konferansa Jinan a Tevgera Jinên Azad (TJA) bûbûn, serdana Buroya Şewirmendiyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a li Amedê kirin. Şandeya ku parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca pê re, ji aliyê Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, Berdevka Jinan Aynûr Sarica û Hevberdevka ji Dîplomasiyê Berpirsyar Asiye Kolçak ve hatin pêşwazîkirin.    Salîha, di serdanê de axivî, spasiyên xwe pêşkeşî şandeyê kirin û wiha got: “Tişta ku em anîn cem hev yekitiya netewî ye, yekitiya Kurdistanî ye, jinbûna me ye.” Salîha qala girîngiya hevrebûyîna di her şert û mercî de kir û wiha berdewam kir: “Ji bo me her çar parçeyê Kurdistanê yek e. Divê hemû jin bi awayekî yek perçe li Kurdistanê binêrin. Divê fikrên jinan belav bin. Divê em bi hev re yekitiya Kurdistanê xurt bikin. Her yek ji me xebatên partiyekê bi rê ve dibin lê ya girîng pêkanîna yekitiyê ye.”   Salîha bi lêv kir  ku divê jin ji bo yekitiya netewî înîsiyatîfê bigirin û ev tişt gotin: “Li Kurdistana Federe şerek tê meşandin. Divê li dijî vê bi awayekî xurtir deng were derxistin. Ji bo ku ev şer were sekinandin divê em weke jin zêdetir bikevin nava hewldanan. Ji ber vê yekê pêwîstî bi pêkanîna yekitiya kurdan heye. Îro helwesta malbata Barzanî û PDK’ê ya yekitiya netewî nayê qebûlkirin. Li Başûr, Rojava û Bakur bedelên mezin hatin dayîn. Heke piştevaniya vê neyê kirin divê bê teşhîrkirin. Beriya 100 salan jî em li ser van axan dijiyan îro jî dijîn. Divê vê carê firsenda yekitiyê em ji dest nedin.”