Li Qamişloyê jinan ji bo Jînayê porê xwe birîn 2022-09-26 16:06:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi hezaran jinên ji kantona Qamişloyê qetilkirina Jîna Amînî bi destê rayedarên dewleta Îranê, protesto kir. Jinan porê xwe birî û desmalên xwe şewitandin.    Kongra Star îro bi dirûşma "Soza me tolhildan e, qirkirina jinan hovîtî ye" xwepêşandaneke girseyî organîze kir. Di xwepêşandanê de endamên saziyên jinan ên kantonê, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û bi hezaran jinên kantona Qamişloyê amade bûn.   Xwepêşandana ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Mahsa Amînî ya 22 salî ya ji aliyê rayedarên dewleta Îranê ve li Tehranê hat qetilkirin, ji Çerxerêya Osman Sebrî ya Qamişloyê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Jîna Amînî tevî wêneyên gelek şehîdên jin hatin bilindkirin. Xwepêşandêran dirûşmeyên pîrozkirina berxwedana jinan berz kirin û berê xwe da Çerxerêya Şehîd Rûbar Qamişlo.   Li çerxerêyê, ji bo diyarkirina hêrs û nerazîbûna xwe ya li hember biryarên li ser jinên Rojhilat û Îranê tên kirin, bi dehan jinan porê xwe birîn û desmalên serê xwe şewitandin.   Di xwepêşandanê de endama Koordînasyona Kongra Star, Rîhan Loqo piştgiriya xwe ji têkoşîna gel û jinan a li Rojhilatê Kurdistanê wiha anî ziman: "Em ê berxwedan û piştgiriya xwe ya ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û çalakiyên xwe bidomînin. Hêz û berxwedana jinên Kurd şoreş gihand asta ku niha tê de ye."   Rîhan Loqo bang li hemû jinên Kurdistanê kir ku li dijî zîhniyeta baviksalar têkoşîna xwe bilind bikin û bi erka xwe rabin û wiha domand: "Keziyên jinên kurd dê her tim li pêş bin û di rizgarkirina jinên Kurdistanê û cîhanê de ji zîhniyeta hegemon a baviksalar xwedî roleke bi bandor bin."   Rihan Loqo di dawiya axaftina xwe de sersaxî ji malbata Jîna Emînî û hemû jinên têkoşer re xwest û soza şopandina rêya wan heta bidestxistina azadiya jinan da.   Xwepêşandan bi berzkirina dirûşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.