Serhildana Rojhilat li Zirganê bi şewitandina laçikan hat silavkirin 2022-09-26 16:05:27       NAVENDA NÛÇEAYAN - Jinên li navçeya Zirganê ya kantona Hesekê li dijî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî çalakiyek li dar xist û piştgiriya xwe bi serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê re nîşan da.   Bi pêşengiya Kongra Star, jinên navçeya Zirganê ya kantona Hesekê, li dijî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî çalakiyeke protestoyî li dar xist. Beşdaran pankartên “Em hemû Jîna Amînî ne" û wêneyên wê tevî ala Kongra Star hilgirtin.   Di çalakiyê de endama Komîteya Parastina Jinan a Kongra Star a navçeyê Semah Hemadî axivî. Semah, diyar kir ku sûcê hovane yê ku rayedarên dewleta Îranê li dijî Jîna Amînî pêk anî, şermezar kir û Jîna wek dengê jinên azad ên Îranê bi nav kir û got: "Porê min û laşê min ne şerm in, lê kirinên we şermeke mezin in. Jîna nemiriye, bi hezaran Jîna li pey xwe hiştin."   Çalakî bi şewitandina laçikan bi dawî bû.