Jinên kurd û iraqî li dijî êrişan kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin 2022-09-26 14:03:40     NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd û iraqî li dijî êrişên Dewleta Tirk kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin, îmzeyên ku bên komkirin dê radestî Hikûmeta Iraqê bikin.    Jinên kurdî-iraqî bi diruşmeya "Rê li balefirên Dewleta Tirk ku êrişî aramî û ewlehiya herêmê dike ku Gelê Kurd û gelê Iraqê qetil dike bigirin" dest bi pêngavek nû kirin. Çalakvanên tevlî pêngavê bûn ji Ajansa ROJNEWS'ê re axivîn û destnîşankirin ku armanca wan ew e ku bi vê pêngavê milyonek îmze kom bikin. Piştre jî van îmzeyan radestî Hikûmeta Iraqê bikin.   Cîgira Serokê Rêxistina Peyama Aştî û her wiha yek ji çalakvanan Esma Şemerî di destpêka axaftina xwe de bang li hikûmeta Iraqê kir ku li beramberî êrişên Dewleta Tirk û binpêkirina hêzên Iraqê yên ji bo derxistina dewleta Tirk xwedî helwest be.   Heman demê de Seroka Saziya Medyaya Înana ya Navneteweyî Ala Qeytan di axaftina xwe de daxwaz ji hemû aliyên Iraqê kir ku ji bo dawî lê anîna êrişên dewleta Tirk, piştgirî bidin vê pêngavê û îmze bavêjin û dibêje: “Bang li hikûmeta Iraqê dikin ku li ser destwerdanên dewleta Tirk a dagirker a li ser xaka Iraqê serî li Neteweyên Yekbûyî bidin û piştgiriya hêzên Iraqê yên ku dixwazin dewleta Tirk ji axa Iraqê derbixînin bike."