Sekn û peyama jinan a di konferansa TJA'yê de veguherî rihê berxwedanê 2022-09-26 12:07:28     Roza Metîna   NAVENDA NÛÇEYAN - 4'emîn Konferansa TJA'yê ya bi coş û kelecaneke mezin dest pê kir û bi peyam, biryarên girîng bi dawî bû mohra xwe li rûpelên dîrokê xist. Bi dirûşma "Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in" jinan dengê xwe bilind kirin û bal kişandin ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, girtiyên azadiyê, tundî, êriş, destdirêjî, polîtîkayên şer ên taybet ên li dijî jinê û gotin:"Divê rêxistinbûyina jinê veguhere berxwedaneke civakî."   Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma "Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in" di 24 û 25'ê mehê de li eywaneke Êlihê bi beşdariya 700 delegeyên ji Kurdistan û Tirkiyeyê 4'emîn konferansa xwe li dar xist. Bi tevahî ji hezarî zêdetir jin beşdar bûn. Konferansê bi coş û kelecaneke mezin du rojan dewam kir. Jinên bi cil û bergên xwe tevlî vê hevdîtina xwedî wate, bûn peyamên girîng dan. Pankartên bi dirûşmên rastiya têkoşînê derdixistin holê hatibûn xemilandin û li eywanê hatibûn daliqandin jî wateyeke girantir li hatine gel hev a jinan bar dikir. Dirûşmên wekî "Zimanê me rûmeta me ye","Em li hember qirkirina jinê, jiyanê li hember tecrîdê azadiyê biparêzin", "Xwepastin ne sûc e maf e", "Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in" armanc û sedema konferansê jî radixist pêş çavan. Her wiha bi beşdariya jinan a ji her aliyên Kurdistanê û peyamên jinên ji welatên cuda yên cîhanê rihê yekîtiya jinê derxist meydanê. Jinên cîhanê yên gotin "em silavên şoreşgerî ji bo jinên tevlî konferansê bûne dişînin", li dijî êriş û tundiya zihniyeta serdest a mêr, bersiveke xurt dan.     Gerandina govendê ya bi cil û bergên kurdî   Berî konferans dest pê bike jinan kulîlkên ji rengê coş û kelecana wan a di konferansê de da der, li ber maseya dîwan lê rûnişt, bi cih kirin. Ji çavên her jinekê hêvî, kelecan, kêfxweşiya hatina gel hevdu difûriya. Bi vî hestî û bi cil û bergên kurdî jinan berî konferansê û di navbera konferansê de govend gerandin. Cil û bergên rengîn ên li bejna jinan dihatin, xemleke cuda li wateya rojê bar dikirin. Atmosfer û qelebalixiya li eywanê veguherî mîtingê.    Têkoşîn û azadiya jinê   Li konferansa roja ewil ji çapemeniyê re girtî bû, jinan bal kişandin ser xalên gelekî girîng. Jinên bi hezaran kîlometre rê li dû xwe hiştibûn di axaftina xwe ya ewil de bal kişandin ser têkoşîn û azadiya jinê. Jinan heqê çar meh xebatên ku ji bo vê konferansê hatibû kirin, bi sekna xwe, dan. Jinan hem têkoşîn û azadiya jinê anîn ziman, hem jî diyar kirin ku rêgezên hiqûqê yên gerdûnî tên çewisandin û bi vê re jin jî tên çewisandin. Jin ji bo têkoşîn û azadiya jinê mayinde bikin, di roja ewil a konferansê de meclîsa nû ya TJA'yê ava kirin.    Dirûşma jin, jiyan, azadî   Dirûşma jin, jiyan, azadî ya ku di qada têkoşîna jinê de bûye mîna sembolekê ji aliyê gelek jinan ve dîsa hat dubarekirin. Ya ku bêtir bala mirov dikişand jî berzkirina dirûşma jin, jiyan, azadî ya ji aliyê jinên ji welatên cuda yên cîhanê hatibûn. Hêviyên jinên cîhanê di vê dirûşmê de careke din bi rih bû.    Divê tecrîd bi dawî bibe   Jinan bi sekneke bi biryar anîn ziman ku berterafkirina tecrîda giran a li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berterafkirina tecrîda li ser jin û civakê ye. Tecrîda ku encama feraseta li dijî azadî û aştiya civakê ye, li konferansê bû yek ji xalên girîng û divê kurd li ser bisekinin. Li konferansê bi yek dil û ahengê hat gotin divê tecrîd bi dawî bibe.    Bijî berxwedana zindanan   Bi taybet di demên dawî de êriş û zextên li ser girtîgehan û binpêkirina mafên li dijî girtiyan zêde bûne. Li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan peyama piştgiriya ji bo têkoşîna girtiyan û dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" a li eywana konferansê gelekî girîng bû. Anîna ziman a çalakiyên Nobedên Edaletê û li gel xwedîderketina têkoşîna li zindanan, xwedîderketina li zimanê dayikê û çand, hunera kurdî jî mohreke din li binê wate û armanca konferansê xist.    Yekîtiya neteweyî    Li konferansa govenda li dijî faşîzmê lê hat gerandin, rihekî hevpar ê dilê mirov hênik dike derket pêş. Yekîtiya neteweyî ya ku ji gelek birînan re dibe derman, bû rojeva jinên li konferansê. Jinan bal kişandin ser yekîtiya neteweyî û behsa girîngiya vê yekê ya li dijî şerê taybet, êriş, tundî, binçavkirin, girtin, îşkence, zext, destdirêjiya sîstemê kirin. Li gel vêya jina gotin; Divê têkoşîna hiqûqî jî bi aweyekî hevdemî, bi yekîtiyeke xurt bê meşandin.    Nameya Ayşe Gokkan   Di roja duyem a konferansê de peyama Berdevka Demî ya TJA'yê Ayşe Gokkan a ku niha di girtîgehê de ye hat xwendin. Dema name hat xwendin jinan bi lîrandin û dirûşma "Jin jiyan azadî" peyama Ayşeyê pêşwazî kirin. Gotina Ayşeyê ya "Heta tecrîd bi dawî nebe û jin azad nebin, em ê têkoşîna xwe bidomînin" hestên têkoşîn û xwedîderketina li doza Gelê Kurd ji nû ve zindî kir. Her wiha hêzeke cuda û ji dil diniqute, da jinan.    Peyama jinên cîhanê   Jinên ji gelek welatên cîhanê yên derfeta wan tunebûn bihatana konferansê bi videoyan peyamên xwe ragihandin. Ji Rojava, Başûr, Rojhilat, Kolombiya, Arjantîn, Sûdan, Kolombîya, Rojavaya Sahrayê jinan li dû ala TJA'yê bi rûkeniyeke di miz dide peyamên xwe ji konferansê re bi rê kirin. Jineke ji Şengalê, bi hêviyeke xurt got "Heta jin azad nebe civak azad nabe". Jineke ji Arjantînê jî bi sekneke jixwebawer got "Ez silavên xwe yê şoreşgeriyê" ji we re dişînim. Gelek jinên ji welatên din hatibûn jî bi axaftin û dayina roportajên ji bo çapemeniyê piştgiriya xwe ya ji bo jinên kurd derxistin pêş. Di 4'emîn Konferansa TJA'yê de rihê yekîtiya jinê ya gerdûnî derket meydanê. Jixwe  ya ku jin her tim balê dikşînin ser jî rihê yekîtiya jinê ya gerdûnî ye. Li dijî zihiyeta baviksalarî ya dixwaze jin ji hebûn û heqîqeta xwe bê qutkirin, jin bûn bedenek û dengek.    Peyama Fehîme Poyraz    Li konferansa ku jinan gotin "bêyî keda jinê nikarin li ser piya bimînin" rengekî din ê wateya hatina gel hev a jinan, dayika Deniz Poyraz a li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê hat qetilkirin, Fehîme Poyraz bû. Fehîme bi laçika xwe ya spî û bi sekna xwe bersiveke xurt da zihniyeta ku Deniz Poyraz qetil kir. Elbet ev gotinên wê yên di konferansê de wekî roportaj da çapemeniyê jî cihê hêz û hestiyariyê ye ; Zihniyeta Jîna qetil kir û ya ku Denîza min qetil kir heman e. Herdu jin jî ji ber nasnameya xwe hatin qetilkirin. Kesên ku dibêjin em Kurd in hedef hatin girtin û hîn jî hedef tên girtin. Kesên ku qetil dikin bêceza tên hiştin. Tu kes nikare jina azad bide sekinandin.    Têkoşîna Jîna Mahsa Emînî   Gelek jinên beşdarî konferansê bûn, di serê axaftina xwe de Jîna Mahsa Emînî bi bîr anîn û bal kişandin ser berxwedana Jîna û serhildana gel a li Îranê. Têkoşîna Jîna bi rihekî gerdûnî hat pêşwazîkirin. Wêneyê Jînaya ku ji aliyê "polîsên exlaq" ên Rejîma Îranê ve bi hinceta laçika xwe baş nedaya serê xwe, hat qetilkirin di roja duyem a konferansê de ji aliyê jinan ve hat hilgirtin û jinan bi yek dengî gotin "Jîna raperîna me ye". Wêneyên jinên bi rêya polîtîkayên şer ên taybet ên sîstemê ve hatine qetilkirin hatin hilgirtin. Jinan bi wêneyên hilgirtin di eywanê de meşiyan û bi lîrandin, çepik, dirûşman hatin pêşwazîkirin.    Jina bi evîna welêt jiyana xwe ji dest da: Aysel Dogan   Birîneke herî mezin ew e ku mirov li sirgunê ji welatê xwe dûr jiyana xwe ji dest bide. Jina têkoşer Aysel Dogan a di rêya têkoşînê de jiyana xwe ji dest da di konferansê de bi dilekî pak û berxwedêr hat bibîranîn. TJA'yê konferans diyarî vê jina hêja û têkoşer kir û got; Konferansa me di kesayeta Aysel Dogan ya ku yek ji nirxên me yên pêşeng bû de, me diyarî hemû jinên ku bi evîna Welêt jiyana xwe ji dest dane kir. Em jinên ku bi hişmendiya heqiqeta hebûne têkoşîna azadiyê dimeşînin, di demeke ku ji her gavê bêhtir pêdivî bi mezinkirina têkoşînê dibînin de derbas dibin.    Xalên bandorker    Jinên li konferansê perspektîfa jina azad û têkoşer derxistin pêş ji bo rêya çareseriyê, binê gelek xalên girîng xêz kirin. Li gel hinek xalên girîng ên me li jor anîn ziman xalên mîna akademiyên azadiya jinê, parastina Peymana Stenbolê, rola jinên ciwan, xwedîderketina li feraset û têkoşîna TJA'yê, parastina ekolojiyê ya li dijî modernîteya kapîtalîst, pergala aboriya demokratîk û komînal, polîtîkayên qeyûm û anîna ziman a têkoşîna li dijî polîtîkayên şerê taybet jî xalên girîng in. Li dijî polîtîkayên yektîp, hişmendiya dixwaze fikir û refleksên jinê ji dest bigirin, anîna ziman a van xalan hêja ye. Ger ev xalan di pratîkê de bi rih bibin, dê rê li gelek çareseriyan veke û bandoreke erênî li ser rêxistinbûyina jinê û civakê veke. Bi van xalên hatin ziman sekn û peyama jinan a di konferansa TJA'yê de veguherî rihê berxwedanê.