Li Rojhilatê Kurdistanê berxwedana gel didome 2022-09-26 10:07:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî kuştina Jîna Mahsa Amînî, li Rojhilatê Kurdistanê û Îrane xwepêşandanên girseyî pêk hatin. Berxwedana ku li kolanan ligel zext û êrişan heta îro jî berdewam kir.    Jîna Mahsa Amînî ya 22 salî ku di 13'yê îlonê de li Îranê ji aliyê polîsên "exlaqê" ve bi hinceta "porê wê xuya dike" rastî îşkenceyê hatibû, di 16'ê îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî mirina Jînayê gelê Rojhilata Kurdistanê û Îranê li dijî rejîma Îranê serî rakir.    Greva ku di 19’ê îlonê de li seranserê welat dest pê kir, belavî bi dehan bajajaran bû û çalakiyên protestoyî yên bi girseyî hatin lidarxistin. Jinan bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" li kolanan pêşengiya çalakiyan kirin. Her wiha li çar aliyê cîhanê jî piştgiriya çalakiyên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat kirin.    Duh bi şev jî li bajarên Sine, Urmiye, Bokan û gelek bajarên din xelk daketin qadan û rejîma Îranê şermezar kirin. Bi heman awayî li bajarên Tahran, Esfehan, Buşehr, Zahîdan, Terbîz, Şêraz, Lahîcan û gelek bajarên din jî xwepêşandan dewam kirin. Çavkaniyên dijber dibêjin ku xwepêşandan herî kêm li 146 bajaran, li 31 eyaletan belav bûne.   Çavkaniyên nêzîkî rêxistina Mucahidînên Gel a muxalifên Îranê diyar kirin ku li 146 bajaran herî kêm 8 hezar kes hatine binçavkirin. Heman çavkaniyê  lîsteya navên kesên ku di xwepêşandanan de hatine qetilkirin jî eşkere kir. Her wiha li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê (ÎHH) ku navenda wê li Osloyê ye, diyar kir ku herî kêm 57 çalakvan jiyana xwe ji dest dane. Hêjayê gotinê ye ku derbarê kuştina xwepêşandaran de heta niha agahiyên rast nehatin bi dest xistin.    Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ku navenda wê li Emerîkayê ye, diyar kir ku 17 rojnamevan hatine binçavkirin.    Ji bilî binçavkirinan, rejîma Îran hewl dide bi rêya qutkirina xetên înternetê û telefonên malan dengê xwepêşandana qut bike. Kompanyayên înternetê yên li Îranê duh bi şev li seranserê Îranê xetên înternetê qut kir.