Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan: Em li hemberî rejîma bi sedan sal serî radikin' 2022-09-25 13:16:49       ÊLIH - Berdevka TJA'yê ya girtî Ayşe Gokkan ji 4'emîn Konferansa TJA'yê re peyam şand, Ayşe got, "Em jin bi ruhê xwe yê azad li hemberî rejîma bi sedan salî serî radikin. Di serî de gelê Kurd heta em azadiya hemû gelan û azadiya xwe bi dest bixwin em ê têkoşîna xwe bidomînin."    Tevgera Jinên Azad (TJA) bi dirûşma “Em li dijî faşîzmê bi biryar û di azadiyê de bi israr in) li Êlihê 4'emîn Konferansa Jinan di roja 2'emîn de didomîne. Berdevka Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayşe Gokkan ku li Girtîgeha Jinan a Amedê girtî ye, ji konferansê re peyamek şand.    Peyama Ayşe wiha ye:   Peyama Ayşe a kesên tevli konferansê bûn silav kirin wiha ye: “Jin ji bo jiyanek azad ji Afrîkaya Başûr heta Rojhilata Navîn, Tirkiye û her çar parçeyên Kurdistanê li dijî faşîzm û dîktatoran li ber xwe didin û pêşengtiya civakê dikin. Ji ber vê yekê bi komkujî, tundî, girtin, tacîz û destdirêjiya dîktatoran re rû bi rû ne. Îro ji ber polîtîkayên van rejîman bi hezaran jin dîl tên girtin. Em li girtîgehan bin jî, hiş û ruhê me azad e. Jin li dijî rejîma baviksalariyê bi ruhekî azad li ber xwe didin. Heta gelê me azad bibe em ê li ber xwe bidin. Bi van hestan ez 4 'emîn Konferansa Jinan silav dikim. Heta ku tecrîd were şikandin û heta ku jin azad bibin em ê li ber xwe bidin. Ez we jinên hêja silav dikim.”