Tifaqa Ked û Azadiyê: Em ê bi hev re bi ser bikevin 2022-09-24 16:24:26   STENBOL - Tifaqa Ked û Azadiyê, nexşerêya xwe li Stenbolê bi tevlîbûna bi hezar kesî aşkera kir û got: "Gelên Tirkiyeyê ne mehkûmî cudakarî, gotinên nefretê, polarîzekirin û ne jî mehkûmî asêkirina di navbera siyaseta Tifaqa Cumhur û Tifaqa Millet de ye. Em dikarin li ser bingeha nirxên ked, aştî, azadî û demokrasiyê pergaleke civakî ya ku tê de gel serdest e, ava bikin. Em ê bi hev re bi ser kevin."    Tifaqa Ked û Azadiyê îro li Navenda Kongreyê ya Halîç a li navçeya Beyoglû ya Stenbolê, bi tevlîbûna bi hezar kesî nexşerêya xwe ji raya giştî re aşkera kir. Hevberdevkên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û Mîthat Sancar, Hevserokê Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Serokê Giştî ya Partiya Karkerên Tirkiyeyê (TÎP) Erkan Baş, Serokê Giştî ya Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, Berdevka Demê ya Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca, Berdevka Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Ozge Akman, Berdevkên Demê yên Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) Dîlşad Canbaz û Bariş Kayaoglu, Hevserokên Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Ozlem Gumuştaş û Şahîn Tumuklu, Hevserokên Giştî yên Partiya Çepgir a Kesk Îbrahîm Akin û Ayşe Erdem, Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren, Heserokên Giştî yên Partiya Jinûveavakirina Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce û Cavît Ugur, Hevberdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Kezban Konukçu û Sezgîn Kartal û parlamenter û nûnerên partiyên siyasî tevlîbernameyê bûn.    Her wiha li salonê pankartên "Em ê bi hev re biguherînin" û “Tifaqa Ked û Azadiyê" hatin daliqandin û lolîpopên bi nivîsên “Demokrasî”, “Azadî”, “Wekhevî”, “Ked”, “Jin”, “Aştî”, “Xweza” û “Ciwan” hatin bicihkirin. Her wiha dirûşmên wek "Bedeng nebin", "Yekitiya karkeran dê kedxwariyê ji holê rake" hatin berzkirin. Beriya destpêka xwendina nexşerêyê stran hatin gotin û govend hat gerandin.    Endamên Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û malbatên girtiyan ên ku demek dirêje ji bo bibin dengê girtiyan çalakiya "Nobeta Edaletê" didomînin, bi berdilkên li ser "Ji girtiyên nexweş re azadî" nivîsî li xwe kirin û tevlî bernameyê bûn. Dayik bê navbêr dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin, jiyan, azadî” berz kirin. Endamên Meclîsa Ciwanan a HDP'ê jî bi dirûşma “Bê serok jiyan na be” û“Bijî Serok Apo” tevlî bernameyê bûn û bi dirûşmên xwe bal kişandir ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan.   Di “Nexşerê” ya ku ji çar rûpelan pêk tê de ev tişt hatin gotin:    "Ji aboriyê bigire heta siyasetê di gelek qadan de pêkanîna guherîn û veguherînê li ser rawestandina hilweşandina ku Tifaqa Cûmhûr pêk aniye, bi dawîkirina Rêveberiya Yek Mirovî, başkirina şertên jiyanê û xebata gel, mafên demokratîk û azadiyan peywira lezgîn a serdema pêşiya me ye.    Ji bo ku ev guherîn û veguherîn bê jiyîn pir giring e ku hêzên alîgirên ked, aştî û demokrasiyê têkoşîna hevpar û yekgirtî xurt bikin û bi awayekî bibiryar bidomînin. Ev yekîtî û têkoşîn lazim e ku bibe hêza bibandor û diyarker a serdema nû. Hêvî û daxwaza gel jî di vî esasî de ye. Têkoşîna hevpar a bê dayîn û hêz û helwesta bibiryar, ji bo bidestxistina daxwazên lezgîn ên aboriyê û di rêya demokrasiyê de wê bibe meşek ku hin gavan bide avêtin.    Pêşeroj tenê bi hilbijartinê re neyê girêdan   Ji bo vê meşê hilbijartin ji bo Tirkiyeyê xwedî wateyeke xeternak in. Di pêvajoya hilbijartinê de divê hêviyên gel ên pêşerojê tenê bi hilbijartinê ve neyên girêdan, lê divê giringiya sindoqê jî neyê paşguhkirin. Ji bo vê divê têkoşîna ked û demokrasiyê bê bilindkirin, di vê çarçoveyê de ji bo ku gel ji hilbijartinan bi destkeftî derkeve bê motîvekirin û ji bo ewlehiya hilbijartinê girtina hemû tevdîran berpirsyariyeke hewce ye û divê neyê îxmalkirin.    Bingeha hevpar, bihêz û biryar a têkoşînê...   Di vê pêvajoya awarte de ku em tê re derbas dibin ji bo pêkanîna peywirên lezgîn ên aboriyê û polîtîk tifaqa ku me armanc kiriye, tifaqa hemû girseyên gel e yên ku bindest in û keda wan tê xwarin. Piştevanî û tifaqa karker, kedkar, xizan, jin, ciwan, parastvanên mafê mirovan û xwezayê ye. Bingeha hevpar, bihêz û bibiryar a têkoşînê ye. Bername û kirdariyên vê desthilatê, xwe dispêrin pêkanîn û feraseteke polîtîk ku berjewendiyên şîrket û holdîngên alîgirên xwe, çîna xwedî sermaye û emperyalîzmê derdixe pêş. Vê pergala îhaleyê ya neheq û bêusûl ku alîgiran xweşhal dike di hêla hiqûqî de divê ji nû ve bê lêkolînkirin.    Li dijî xizaniyê avakirina polîtîkayên wekhev   Polîtîkayên ku xizaniya jinan bi dawî bike û di hemû qadên  jiyana aborî de wekhev û bi  bandor bin,  esas in. Kedxwariya li dar û polîtîkayên zextê, pêbariya ku di karker û kedkaran, xizan, cotkar, gundî, esnaf û beşên gel ên bindest de daye avakirin bûye derde yekemîn ê civakê. Ji bo çareserkirina pirsgirêkên mîna bihabûn, heqdestên kêm, xizanî, debar û starê divê gavên şênber bên avêtin û şertên jiyanê û xebatê yên karker, kedkar û girseyên gel ên bidest bên başkirin. Îro ev ji bo her kesî meseleya destpêkê ye. Li gorî vê rastiyê, êdî şert e ku polîtîkayên ku berdela giran a vê krîza aborî û hilweşandina civakî ya piralî bi sermayedarên herêmî û biyanî bide dayîn û dawî li bêewlebûn û bêpêşerojbûna kedkaran bîne, bên meşandin.   Li ser esasê serweriya rast a gelan demokrasî...   Armanca me ew e ku li ser esasê rêgezên demokratîk, azadîxwaz û wekhevîxwaz avakirina demokrasiyek li ser esasê serweriya rast a gelan pêk were. Rêveberiya Yek Mirovî ya ku di bin navê Sîstema Hikûmetê ya Serokatiyê de hatiye avakirin, maf û azadiyên demokratîk nekariye bi kar bîne, bêhiqûqî, mêtingerî û bêedaletiyê bi sazî kiriye, îstîsmar, zilm û xitimandina vî welatî û gelên wê kûrtir kiriye û faşîzm bi pêş xistiye û vê wekî beşek ji siyaseta rojane dike.   Divê bendava hilbijartinê bê rakirin   Guhertina hemû sazî, mekanîzma û têkiliyên girêdayîbûnê yên ku pergala yek zilamî diparêzin yek ji armancên me yên bingehîn e. Pêwîstî bi lezgînî bi rakirina bendava hilbijartinê, ji bo pêkanîna herî berfireh a mafên demokratîk û azadiyên siyasî û avakirina sîstemeke dadwerî ya demokratîk, bêalî û serbixwe heye. Armanca me ew e ku li ser esasê rêgezên demokratîk, azadîxwaz û wekhevîxwaz avakirina demokrasiyek li ser esasê serweriya rast a gelan pêk were.   Divê pêdiviyên gelan esas bê girtin   Polîtîkayên ji bo hevkariya demdirêj a gel ji bo aştiya li navxwe, li herêmê û li cîhanê bi lezgînî hewce ne. Ji bo vê jî divê pêdiviyên gelan esas bê girtin, ne berjewendiyên hêzên emperyalîst û hevkarên wan. Ji bo dev ji polîtîkayên berfirehkirina şer û pevçûnan berdin, hêza leşkerî bi welatên din, bi taybetî jî cîranên me re nîşan bidin; ji bo serweriya rasteqîn a gel, meşandina siyaseteke derve ya prensîb û aştiyane li ser bingeha mafên wekhev pêwîst e.   Pirsgirêka kurd bi muzakerayan çareser bibe    Li Tirkiyeyê pirsgirêka ku bê çareserkirin a herî bingehîn pirsgirêka kurd e. Ji bo çareseriya demokratîk û aştiyê divê siyaseteke avaker ku nêzîkatî û fikarên hemû beşên civakî yên welat li ber çavan bigire bê meşandin. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd a ku rasterast bi demokratîkbûnê ve girêdayî ye, li şûna polîtîkayên înkar û tunekirinê, ji bo çareseriya demokratîk û aştiyane divê gavên pêwîst bên avêtin. Aşkera ye ku li şûna polîtîkayên şer, çek û rêbazên pevçûnê, vebijerkên diyalog û muzakereyê ku di dîrokê de xwe ferz kirine û hîna jî di rojevê de ye.  Avakirin û xurtkirina zemîna diyalog û çareseriyê; bi rêbazên muzakereyên demokratîk rê li ber bidestxistina siberoja tevahî civakê bibe pêş gav; di vê çarçoveyê de ji bo naskirina hemû mafên nasnameya gerdûnî, bi taybetî jî ji bo mafê zimanê zikmakî divê bên sererastkirin.   Divê Peymana Stenbolê bikeve meriyetê   Divê hemû cureyên misogerkirinê werin dayîn da ku jin di hemû qadên jiyana civakî de wekhev û azad bin. Li dijî şîdeta sîstematîk a mêran a li ser jinê û qirkirina jinê, ku ji zihniyet û pêkanînên serdest ên mêr derdikevin holê, têkoşîneke berfireh û bi her awayî girîng e. Ji bo ku ji nû ve peymana Stenbolê  bikeve pratîkê û were pêkanîn divê hemû astengiyên siyasî, îdarî, aborî û çandî yên li hemberî wekheviya zayendî ya jinan û LGBTI+’yan werin rakirin û ev yek wekî gavên yekem ên lezgîn in.   Divê perwerde azad, zanistî û demokratîk be    Divê hemû astengiyên di warên aborî, civakî û siyasî de, bi taybetî di warê perwerde û çandê de bên rakirin, da ku ciwan bi nêzîkatiyeke ku rêz li tercihên xwe yên jiyanê bigire, xwe azad îfade bikin û azad bijîn. Divê perwerde di her astê de azad, zanistî û demokratîk be. Piştgiriya ciwanan di warê aborî de, beşdarbûna wan di rêvebirina zêdetir di her warî de wê bibe sedem ku ramanên afirîner û pêşverû di civakê de diyarkertir bibin. Zarok wekî endamên civakê xwedî mafên xwe ne. Divê em vê yekê bi vî rengî qebûl bikin û li dijî her cudakariyê têbikoşin.   Li welatê me derdora 10 milyonî kesên berasteng dijîn. Berastengî ne tiştekî wiha ye ku em tenê bi rengê wê yê fîzîkî binirxînin. Gelekî giring e ku bi her awayî civak di wê ferqê de be û were hişyarkirin ku berasteng wekî hemwelatiyên wekhev ji karûbarên giştî sûd werbigirin.   Divê dev ji talankirina dîrok û çandî bê berdan    Hikûmeta ku polîtîkayên kûr ên neolîberal li welêt misoger dike, hemû hebûnên xwezayî pêşkêşî sermayeyê dike. Li dijî qeyrana avhewayê rewşa awarte hat ragihandin, hemû projeyên ku ji bo berjewendî û rantê dibin sedema wêrankirina xweza û jîngehê, daristan, qadên çandiniyê û çeman xera dikin û hevsengiya ekolojîk têk dibin û bê rawestandin dibin navenda sûcên li dijî xwezayê. Nêzîkatiya li ser parastina cewherî di hemû polîtîkayan de, bi taybetî di warê enerjî, veguhestin, bajarîbûn û çandiniyê de, hem lezgîn û hem jî ferz e. Mafê her zindiyekî/ê heye ku di ekosîstemeke saxlem de bijî û divê bi qanûnên bi rêk û pêk bê parastin. Divê dev ji talankirina hebûnên dîrokî û çandî bê berdan.   Têkoşîneke hevpar û yekgirtî...   Ji bo hemû sazî, rêxistin, partî û yek bi yek welatiyên vî welatî yên ku di pêşeroja ronî û demokratîk a Tirkiyeyê difikirin. Werin em bi hev re berpirsiyariyê bigirin ser xwe. Werin em welatê ku di sedsala 2'yan a Komarê de bûye agir, bi feraseta daxwazên hevpar û têkoşîna hevpar bi rêyên azad û demokratîk ji nû ve ava bikin.    Gelên Tirkiyeyê ne mehkûmî cudakarî, gotinên nefretê, polarîzekirin û ne mehkûmî asêkirina di navbera siyaseta Tifaqa Cumhur û Tifaqa Millet de ye. Em dikarin li ser bingeha nirxên ked, aştî, azadî û demokrasiyê pergaleke civakî ya ku tê de gel serdest e, ava bikin. Pêkanîna vê yekê bi hêza veguherîner a girseyên gelên bindest pêkan e.     Di çarçoveya vê bang û nêzîkatiyê de em her kesî vedixwînin ji bo têkoşîneke hevpar û yekgirtî!    Em ê bi hev re bi ser bikevin..."