MKGP binçavkirina rojnamegerên jin ên li Îranê şermezar kir 2022-09-24 15:57:53   NAVENDA NÛÇEYAN - Derbarê binçavkirina rojnamegerên li Îranê de MKGP’ê daxuyaniyek da û got: "Divê rojnamegerên di nav de Nîlufer Hemîdî, Yelda Meîrî û Fatima Recebî demildest bên berdan. Em ê li cem hevpişeyên xwe bin."    Nîlufer Hamedî ya ku yek ji wan nûçegihanên pêşîn e ku nûçeyên çalakiyên ji bo Jîna Mahsa Amînî jî çêkiribû hate binçavkirin. Di heman demê de nûçegihana fotoyê Yelda Meîrî û nûçegihana ekonomiyê Fatîam Rajabî jî duh şev hatin binçavkirin. Derbarê binçavkirina rojnamegeran de Platforma Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP) daxuyaniyeke nivîskî weşand.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Nîlufar Hamîdî mirina Jînayê ji raya giştî re ragihandibû û ji hêla Rejîma Îranê ve hat girtin. Piştre rojnamegerên ku çalakiyên ji bo Jînayê hatî li darxistin ji cîhanê re ragihandin hatin binçavkirin. Mafê ragihandinê tê astengkirin. Hesabên dijîtal ên medyayê tên astengkirin. Çapemeniya muxalîf tên astengkirin.    Jin hedef tên girtin û tên kuştin. Jiyana jinan di xeterê de ye. Tehemûlê dengê jinan nakin. Lê belê em wek rojnamegerên jin dê teşhîrkirina zîhniyeta serdest a mêr bidomînin. Em ê rastiyê ji raya giştî re ragihînin. Em ê piştevaniya hevpîşeyên xwe bikin.    Em wek platform zext û êrişên li hemberî rojnamegerên jin qebûl nakin. Em bang li Rejîma Îranê dikin ku Nîlufar Hamîdî, Yelda Meîrî û Fatîma Rajabî di nav de hemû rojnamegerên din serbest berdin. Rojnamegerî ne sûc e û nayê darizandin."