Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê kuştina Jîna Amînî şermezar kir 2022-09-24 15:29:43     DÎLOK - Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê kuştina Jîna Mahsa Amînî şermezar kir û got: "Dê têkoşîna ku tê dayîn bi serhildana gel re bikin yek û bi berxwedanê re jî dê cîhaneke azad avabikin."    Platforma Jinan a Demokratîk a Dîlokê, li dijî kuştina Jîna Mahsa Amînê li Parka Yeşîlsuyê kom bûn. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Mahmut Togrul, Hêzên Ked û Demokrasiyê, nûnerên sazî û partiyên siyasî tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji bo Mahsa Amînî, ji bo azadiya xwe û ji Îranê heta Tirkiyeyê serhildana xwe mezin dikin" vekirin. Li ser navê platformê Sînem Erener daxuyanî da.    Sîmen, diyar kir ku li tevahiya cîhanê kuştina Jîna bi çalakiyan hat şermezarkirin û got: "Li Îranê her ku diçe îqtîdar têk diçe. Polîs bi êrişan dixwaze îqtîdarê li ser piyan bihêle. Lê belê divê baş bê zanîn ku di serî de jin dê berxwedana xwe bidomîne.    Têkoşîna Mahsayê têkoşîna me ye. Em soz didin Mahsa û jinên ku hatine qetilkirin, em ê têkoşînê bi serhildna gel re bikin yek û bi berxwedanê re jî cîhaneke azad avabikin."