Li Rojhilat û Îranê berxwedan belav dibe 2022-09-24 12:44:20       NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê destnîşan kir ku di xwepêşandanên li dijî qetilkirina Jîna Mahsa Amînî yên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 50 kes hatine kuştin. Her wiha bajarê Şînoyê polîs û leşker neçar man ji kolanan vekişin.    Jîna Mahsa Amînî ya 22 salî ku di 13'yê Îlonê de li Îranê ji aliyê polîsên "exlaqê" ve bi hinceta "porê wê xuya dike" rastî îşkenceyê hatibû, di 16'ê îlonê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest dabû. Piştî mirina Amînî gelê Rojhilata Kurdistanê û Îranê li dijî rejîma Îranê serî rakir.    Greva ku di 19’ê îlonê de li seranserê welat dest pê kir, 24 bajar beşdarî wê bûn û li 13 bajaran jî çalakiyên protestoyî yên girseyî pêk hatin. Jinên ku pêşengiya çalakiyan dikin, bi dirûşmeya "Jin jiyan azadî" heta îro jî  li kuçe û kolanan e. Her wiha li çar hawirdorê cîhanê jî piştgiriya çalakiyên jinan tê kirin.    50 kes hatin kuştin   Ligel berxwedana ku pêl bi pêl belav bû, Rêjîma Îranê jî dest bi êriş û binçavkirinan kir. Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê bîlançoya 7 rojên xwepêşandanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê aşkere kir. Rêxistinê destnîşan kir ku di xwepêşandanan de heta niha 50 kes hatine kuştin û gelek kes jî hatine binçavkirin. Ligel binçavkirin û êrişan bi kêmanî li 80 bajarên mezin û biçûk xelk daketine kolanan û nerazîbûn nîşan didin. Hate ragihandin ku li bajarên Babol, Amol û Rizanşare yên bakûrê Îranê jî çalakvan hatine kuştin. Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê diyar kir ku xwepêşander bi demançeyê hedef hatine girtin.   Li Şîno polîs li kolanan vekişiyan   Her wiha li gelek bajaran gel, bi leşkerên bimotosîklet, polîs û hêzên paramîlîter re pevçûn. Gel ji bo bi hêzên paramîlîter û polîsan re têbikoşe bi rêyan de rûn rijandin. Kontrola bajarê Şîno (Oshnaviye) yê Eyaleta Rojhilatê Azerbaycanê ku li ser sînorê Herêma Kurdistana Federe ye di destê gel de ye. Hêzên leşker û polîsan neçar man paşve vekişin. Fenomenê twîtterê Tawheed Javadî di twîtterê de ev nivîs nivîsand: “Piştî şoreşa 1979’an cara ewil e kontrola bajarekê bi temamî kete destê xwepêşandêran.”   'Hersa 40 salan'   Endamên Yekitiya Nivîskarên Îranê, sendîkayên çandî û hunerî, nivîskar û hunermendan têkildarî “piştgiriya xwe ya tevgera rizgariya gel” danezanek weşand. Yekitiya Nivîskaran ferzkirina dersokê ya li jinan weke “heqareta rûmeta mirovahiyê” bi nav kir. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şermezarkirinên niha li welat belavbûne “encama hêrsa 40 salan e”.