Cenazeyên 2 endamên YJA-STAR’ê Hacer û Aliye radestî malbatan kirin 2022-09-24 11:53:17   AMED - Cenazeyên Hacer Sucîn û Aliye Kiye ji hêla malbatan ve hat vergirtin û ber bi Wan û Sêrtê ve bi rêketin.    Di 20’ê îlonê de di pevçûna li bejahiya Çiyayê Gorese ya navçeya Pîran a Amedê de 3 endamên YJA-STAR'ê Hacer Sûcîn, Hatîce Ay û Aliye Kiye jiyana xwe ji dest dabûn. Cenazeyên wan li Saziya Tipa Edlî hatibûn girtin.   Malbata Hatîce Ay bi armanca wergirtina cenazê li ber Edliyeya Amedê dest bi çalakiya "Nobeta Edaletê" kirin û partiyên siyasî û saziyên sivîl jî piştgirî dan çalakiyê. Dû re Serdozgeriya Komarê ya Amedê paş ve gav avet û duh bi şev cenazê radestî malbatê kir. Malbatê cenazeyê keça xwe nîvê şevê ji Saziya Tiba Edlî (ATK) teslîm girt û birin gundê Hewrê yê giredayî navçeya Pasûrê ya Amedê û bi girseyî veşartin.    Vê serê sibê jî Malbata Hacer Sucîn û Aliye Kiye ji Wan û Sêrtê hatin û li ATK'ê cenazeyên xwe girtin. Rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine (MEBYA-DER), Komeleya  Lêkolînê ya Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED DER) û Hewldana 78'an a Amedê li cem malbatan cih xwe girt.    Malbatên ku cenazeyên xwe girtin ber bi Wan û Sêrtê ve bi rêketin.