'Berxwedana Jînayê berxwedana me ye' 2022-09-23 15:24:24     ENQERE - Derbarê kuştina Jîna Mahsa Amînî de Rêxistina HDP'ê ya Enqerê daxuyaniyek da û got: "Têkoşîn û berxwedana Jînayê têkoşîn û berxwedana me ye."    Jîna Mahsa Amînî ya ji aliyê "polîsên ehlaqî" yên rejîma Îranê ve hat qetilkirin. Li dijî qetilkirina Jînayê Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqerê li ber avahiya Balyozxaneya Îranê xwest daxuyaniyek bide. Rêyên ku ber bi balyozxaneyê ve diçû ji hêla polîsan ve bi barîkatan hatin girtin. Girse piştre li ber avahiya navendî ya HDP'ê daxuyanî da. Daxuyanî ji hêla endama Meclîsa Jinan a HDP'ê Denîz Keleş ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Jin bertekên xwe yên li dijî qetilkirina Mahsa Emînî bi çalakiyên protestoyî li tevahiya cîhanê bi taybet li Îranê didomînin. Bi xwepêşandan û meşên xurt li kolanan, ew serhildana xwe ya li dijî Rejîma Îranê ya serdest a mêr û saziyên wê yên mêtînger ên weke 'polîsê exlaq' bilind dikin. Bi rastî jî di merasîma cenazeyê Mahsa de jinan bi rakirina laçikên li serê  xwe bi girseyî nîşan dan ku têkoşîn û serhildana xwe derbasî qonaxeke nû kirine. Jinan careke din nîşan dan ku ew ê ti carî dest ji berxwedana xwe ya li dijî şêwaza jiyanê ya jinan û ferzkirina sergirêdanê bernedin.   Rejîma Îranê bi hemû hêza xwe êrîşî gel kir, careke din mêtingerî û dijminatiya xwe ya li dijî Gelê Kurd nîşan da. hêza wê ye ku vê serhildana bilind bitepisîne. Qanûnên ku ji sala 1979’an û vir ve li Îranê tên meşandin, li ser mêtîngeriyê hatine avakirin. Ev rejîma ku serjêkirinê li ser jinan ferz dike, her cure destwerdana di jiyana jinan, cil û berg û reftarên jinan de, û lêdan û kuştina jinan bi hêceta ku “Rêbazên Îslamî” tevnagerin, mehkûmî tunebûnê ye.   Li hemû cîhanê bi taybetî jinên Îranî jin dibêjin êdî bes e! Gelên Îranê, gelên cîhanê dibêjin êdî bes e! Bêexlaqî ne di porê te yê xuyayî de, di zihniyeta hêzên serdest ên mêr de ji Îranê heta hemû cîhanê ye. Li vir em careke din diyar dikin; Berxwedan û têkoşîna Mahsa jî têkoşîna me ye! Em ê bi hevgirtina vê têkoşînê bi serhildan û berxwedana gelan re cîhaneke azad ava bikin.”   Daxuyanî bi dirûşma "Jin jiyan azadî" û tilîliyan bi dawî bû.