Li Şirnexê kuştina Jîna Amînî hat şermezarkirin 2022-09-23 13:29:23     ŞIRNEX - TJA bi daxuyaniyekê qetîlkirina Jîna Amînî şermezar kir û destnîşan kir ku rêbazên rejîman mehkûmê têkçûyînê ye.   Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) ji bo Jîna Mahsa Amînî ya ji aliyê "polîsên ehlaqî" yên rejîma Îranê ve hat qetilkirin, li ber avahiya rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê navçeya Silopiyê daxuyaniyek da. Meclîsa Jinan a HDP'ê, Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê û parlementerê HDP’ê yên Şirnexê Hasan Ozguneş beşdarî daxuyaniyê bûn. Jinan pankarta “Hûn bi darê zorê nikarin me bibin bihuşta xwe” vekirin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevseroka HDP’ê yê rêxistina navçeya Silopiyê Asuman Kulter ve hate xwendin   ‘Rêbazên rêjîman mehkûmê tunebûyînê ye’   Asuman destnîşan kir ku raperîna li dijî qetîlkirina Jîna Amînî li her deverê cîhanê pêl bi pêl belav dibe û wiha axivî: “Di merasîma cenazeyê Mahsa de jinan çarşefên xwe bi girseyî rakirin û nîşan dan ku têkoşîn û îsyana xwe derbasî qonaxeke nû dikin. Careke din dan xuyakirin ku ew ê ti carî dest ji berxwedana xwe ya li dijî jinê, şêwazê jiyana wan û ferzkirina sergêjiyê bernedin. Qanûnên ku ji sala 1979’an û vir ve li Îranê tên meşandin, li ser mêtîngeriyê hatine avakirin. Ev rijêma ku serjêkirinê li ser jinan ferz dike, her cure destwerdan di jiyan, cil û berg û reftarên jinan de, û lêdan û kuştina jinan bi hêceta ku ew bi “Rêbazên Islamî” tevnegerin, mehkûmî tunebûnê ye.”   ‘Jin dibêjin êdî bes e’   Asuman destnîşan kir ku jinên Îranî li dijî van êrişên li ser maf û jiyana wan kêliyek jî dest ji têkoşînê bernadin û got: “Berxwedana Mahsa îspata vê ya herî mezin e. Rejîm û polîsên ku dibînin ku hêza wan diheje, êrişî jinan û têkoşîna wan dike, hewl dide jinan bitirsîne û bitirsîne. Lê belê, divê baş bê zanîn ku; Têkoşîn û berxwedana bindestan bi taybetî jinan nayê astengkirin! Li hemû cîhanê bi taybetî jinên Îranî jin dibêjin êdî bes e! Gelên Îranê, gelên cîhanê dibêjin êdî bes e!”   Daxuyanî bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.