Cenazeyên 3 endamên YJA-STAR’ê ligel teşhîsê jî radestî malbatan nayê kirin 2022-09-23 12:34:15     AMED - Cenazeyên 3 endamên YJA-STAR'ê yên di pevçûna li Çiyayê Gorese ya Pîranê de jiyana xwe ji dest dan, 3 roj in li ATK'ê tên girtin. Tevî ku malbat cenazeyên xwe teşhîs kirin jî radestî malbatan nayê kirin.   Wezîrê Karên Hundir ragihandibû ku di 20’ê îlonê de di pevçûna li bejahiya Çiyayê Gorese ya navçeya Pîran a Amedê de 3 endamên  YJA-Starê jiyana xwe ji dest dane. Di pêvçûnê de Hacer Sûcîn, Hatîce Ay û Aliye Kiye jiyana xwe ji dest dane û cenazeyên wan li Saziya Tipa Edlî de tên girtin.   Hat zanîn ku Fermandariya Cendirmeyan a Amedê di 21'ê îlonê de bang li malbatan kiriye û gotiye: “Werin cenazeyên xwe teşhîs bikin.” Li ser vê yekê malbat ji bo teşhîskirina cenazeyan çûn ATK’ê. Lê belê ligel teşhîskirina cenazeyan jî cenazeyan nadin malbatan. Ji bo DNA’yê malbatan xwîn da.   Du cenaze jî bi mehan e tên sekinandin     Di heman demê de li navçeya Licêyê jî di dîrokên cuda de di pêşçûnên ku hatin jiyîn de 2 HPG’yiyên ku jiyana xwe ji dest dan cenazeyê wan bi mehan e li Saziya Tipa Edlî (ATK) tên sekinandin.   Mesût Akyuz (Dişerda Semsûr) ê HPG’yî ku jiyana xwe ji dest da, cenazeyê wî 98 roj in tê sekinandin. Her wiha di 17’ê tirmehê de di pêvçûnê de Necatî Ûtkû Kîraz (Azad Amed) ê HPG’yî ku jiyana xwe ji dest da jî 68 roj in cenazeyê wî tê sekinandin.   Malbata Necatî ku ji Mêrsînê hatibû Amedê, cenazeyê kurê xwe teşhîs kiribû. Lê belê cenazeyê wî jî nedan malbatê û ji bo DNA’yê ji malbatê xwîn hat girtin.