Jinên di êrîşa DEDAŞ’ê de hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan 2022-09-23 12:32:40     ŞIRNEX - Li Cizîrê 4 jinên ku ji ber nehiştin DEDAŞ saetên wan ê ceyranê li dîrekên li derve bixin, hatibûn binçavkirin serbest hatın berdan.   Dİ 21’ê Îlonê de li taxa Sûrê ya navçeya Cizîra Şirnexê xebatkarên Şîrketa Belavkariya Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) tevî polîsan xwestin ku saetên ceyranê li dîrekên ceyranê yên li derve bixin. Şeniyên taxê ku li hemberî vê pêkanînê bertek nîşan dan, polîsan mudexeleyî wan kir. Di mudexeleyê de jinên bi navê Amed Beytûr, Kader Avşar, Hamdiye û Rewşan ku paşnavê wan nehatin hînbûn hatin binçavkirin. Jinên ku hatibûn binçavkirin duh êvarê serbest hatin berdan.