ROJEVA 23'YÊ ÎLONA 2022'YAN 2022-09-23 09:00:00   *Av ji dîroka gerdûn û mirovahiyê de heye û divê hebe jî. Ava ku gerdûn, xweza û mirovahiyê heyî dike, di rewşa tunebûna wê de wê mirov, xweza û gerdûn jî tunebe. Sermayeya ku hemû xweza û jiyana mirovan tune dihesibîne û dixwaze hemû çavkaniyên avê jî texrîb bike, ji bo berjewendiyên xwe ew jî hewcedarê avê ye. Dema mirov dikevin avê û çend caran soberiyê dikin, dîmen hema wisa wek xuya dike ne kûr û dirêj e.  JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Mehdî Mihçi li Stenbolê hat binçavkirin, 4 rojan îşkence dît. Dayika wî Gulbeyaza Mihçi da zanîn ku li girtîgehan edalet tune ye îşkence heye. DÎMEN HEYE   * Parêzer Dîlancan Ateş û Nehîr Bîlecen xwestin derbarê sînorkirina cil û bergan ya girtiyan bi girtiyan re hevdîtinê bikin lê hatin astengkirin. Parêzeran da zanîn ku karmendên girtîgehê gotiye ku du parêzer di heman demê de nikarin bi muvekîlekê re hevdîtinê bikin. Parêzer serî li Baroya Îzmîrê dan. BI DÎMEN    *Endama Komelgeya Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê Aso Kamalî têkildarî rejîma Îranê ya zayendperest û nîjadperest nirxandinên xwe parve kir û got: “Li dijî vê hişmendiyê serhildanek mezin heye. Divê em vê serhildana xwe belav bikin û heta rejîma bi vê hişmendiyê ye bi dawî bînin.” DÎMEN HEYE   *Ji bo qada xwezayê ku Sînpaşê li Marmarîsê qetil kiribû di encama têkoşîna parêzvanên jiyanê de wê civîna ÇED’ê bê kirin. Endama Komîsyona Ekolojiyê ya HDP’ê Beyza Ustun da zanîn ku hem şaredarî hem jî wezaret înşatê ji nedîtîve tê û got hem deshilatdarî hem jî maseya 6’an Sînpaşê diparêze. BI DÎMEN