'Ger bi kurdan re aştî pêk neyê wê aştiyê neyê Tirkiyeyê' 2022-09-22 14:53:46     ÎZMÎR - Dayika Aştiyê Medine Kaymaz a li ser navê xizmên girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitandin axivî wiha got:"Ger bi kurdan re aştî pêk neyê wê aştiye neyê Tirkiyeyê."   Nobeda Adaletê ya ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatiye şewitandin li Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 116'an de li ber Edliyeya Bayrakliyê didome. Endamên Rêxistina HDP'ê ya Aliagayê piştgirî dan çalakiya nobedê.    'Em ji bo her kesî edaletê dixwazin'   Dayika Bayram Kaymaz ê li Girtîgeha Hejmara F-2 a Tekirdagê tê girtin, Medine Kaymaz bal kişand ser edaletê û got:"Zarokên me nexweş in û înfazên wan tên şewitandin. Ev wijdan û mirovatiyeke çawa ye. Em dayik in, hemû zarokên jiyana xwe ji dest dane zarokên me ne. Em êdî naxwazin xwîn birije. Em edaletê tenê ji bo kurdan naxwazin em ji bo her kesî dixwazin."   'Kilîta aştiyê di destên me de ye'   Medineyê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Derî vekin bila ev zilm biqede bila ev tecrîd rabe. Ger bi kurdan re aştî pêk neyê wê aştiye neyê Tirkiyeyê. Kilîta aştiyê di destên me de ye."   Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê bi dirûşmên "Heq hiqûq edalet","Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.