Çalakiyên TJK-F'yê yên li dijî qetilkirina Jîna Amînî didomin 2022-09-22 10:44:58     NAVENDA NÛÇEYAN  - Li Fransayê jin li gelek bajaran bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd a Fransayê ji bo şermezarkirina qetilkirina Jîna Mahsa Amînî  ya ji aliyê "polîsên exlaqê" yên Îranê ve, çalakiyan li dar dixin.   Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) ji bo Jîna Amînî ya ku hefteya borî li Îranê ji ber hinek porê wê xuya bûye bi îşkenceyê ji aliyê “polîsên exlaqî” ve hat qetilkirin, di 24’ê Îlonê roja Şemiyê de li gelek bajarên Fransayê çalakiyên protestoyî pêk tînin. TJK-F'yê bang li hemû jinan, rêxistinên mafên mirovan, hêzên demokrasî û azadiyê kir ku beşdarî çalakiyên roja Pêncşemê ku dê îro li Remsê û roja Şemiyê li Parîs, Bordeaûx, Marsîlya û Strasboûrgê bên lidarxistin bibin.   TJK-F'yê got, "Jîna (Mehsa) Amînî ku ji bajarê Seqiz ê Rojhilat tevî malbata xwe diçe Tahranê, ji aliyê polîsên exlaqî yên dewleta Îranê ve bi hinceta ku li gorî rêgezên heyî serê xwe negirtiye, bi êşkencê girtin nezaretê û hat qetilkirin.” TJK-F’yê diyar kir ku dewleta Îranê li dijî çalakvanên jin ên ku nerazîbûn nîşanî vê qetilkirinê dane jî îşkence û girtinên xwe domandiye û wiha got: “Îran ji bo bêdengkirinê komkuiyan dike.”   TJK-F’yê bang li jinan kir ku berxwedana mezin a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li her derê bimeşînin û di şexsê Jîna Amînî de bibin dengê hemû jinan. TJK-F’yê bang li rêxistinên mafên mirovan û raya giştî ya navneteweyî jî kir ku bêdeng nemînin.   TJK-F’yê careke din diyar kir ku qetilkirina Jîna bi kîn û nefret şermezar dikin û got, “Em serhildana jinan a li dijî vê hovîtiya li Îran û Rojhilatê Kurdistanê silav dikin. Em bang li hemû tevgerên jinan, saziyên şoreşger û demokratîk, di serî de jî bang li jinên Kurd dikin ku beşdarî çalakiyên roja Şemiyê li seranserê Fransayê dê bên lidarxistin bibin.”