ROJEVA 22'YÊ ÎLONA 2022'YAN 2022-09-22 09:00:00     *Girtiya nexweşa pençeşêrê Fatma Ozbay a li girtîgeha Şakranê girtiye, tevî birînên lingê wê nebirin doktor. Parêzerê wê Erdogan Akdogan da zanîn ku Fatma û girtiyên nexweş xwedî mafên wekhev yên dermankirinê ne û divê li dijî vê rewşê têkoşina civakî bê dayîn. BI DÎMEN   *Cîgira Serokatiya Giştî ya PÎA'yê Menice Gulmez serhildana li Îranê ya bi qetilkirina Jîna Mahsa Emini dest pê kir nirxand. Meniceyê got:"Rejîmên zextê bi qilifê îslamê tê kirin. Zext ne tenê li Îranê li Tirkiyeyê jî heye." BI DÎMEN