Jinan li ber balyozxaneyê ji bo Jîna Mahsa Emînî bang kirin 2022-09-21 15:55:21     STENBOL - Li ber Balyozxaneya Îranê bi sedan jin ji bo şermezarkirina qetilkirina jina kurd Jîna Mahsa Emînî hatin gel hevdu, bi porê di destên xwe de yê hatiye jêkirin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" dengê xwe bilind kirin. Jinan peyama 'em dev ji têkoşînê bernadin' dan.    Jin bi hev re bi xurt in li ber Balyozxaneya Îranê bi sedan jin ji bo şermezarkirina qetilkirina jina kurd Jîna Mahsa Emînî hatin gel hevdu, bi porê di destên xwe de yê hatiye jêkirin bi dirûşma "Jin jiyan azadî" dengê xwe bilind kirin. Jinan peyama 'em dev ji têkoşînê bernadin' dan.    Berî çalakiyê gelek polîsan bi wesayetên zirxî kuçe dorpêç kirin. Di çalakiyê de pankarta "Ji bo Mahsa ji bo azadiya xwe em li Tirkiye û Îranê di nava raperînê de ne" hat hilgirtin û wêneyên Mahsa hat hilgirtin.    Di çalakiyê de jinan mînakên Garibe Gezer, Îpek Er, Gulistan Doku dan. Jinan bal kişandin ser polîtîkayên dewletê yên li ser jinên kurd ên li Kurdistan û Îranê. Jinan porê xwe yê birîbûn bi destên xwe rakirin hewa û dirûşm berz kirin.    Metna çapemeniyê ji aliyê Ruya Kurtuluş ve hat xwendin. Jinan diyar kirin ku kuştina Mahsayê encama polîtîkayên 43 salan ên polîtîkayên dijminatiya jinê ye. Jinan peyama 'em dev ji têkoşînê bernadin' dan.    Çalakî bi çepik û dirûşman qediya.