Pervîn Buldan û şandeya ligel wê li Cizîrê serdana esnafan kir 2022-09-21 13:25:15     ŞIRNEX - Şandeya ku bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan pêk hat li Cizîrê ya Şirnexê serdana esnafan kirin. Di serdanê de Pervîn Bûldan destnîşan kir ku çareseriya xelasbûyîna ji qeyrana aboriyê HDP ye.   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Buldan û lijneya pê re li navçeya Cizîrê ya Şirnexê serdana esnafan kirin. Lijneya ku ji Berdevka HDP'ê Ebru Gunay, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk(DBP) Keskîn Bayindir, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag, Parlamenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr, Huseyîn Kaçmaz, Hasan Ozguneş, Tevgera Jinên Azad (TJA) û endam û rêveberên navçeyên HDP’ê Şirnexê pêk hat beşdarî bernameyê bûn.   Di serdanê de piraniya esnafan ji aliyê qeyrana aboriyê ve gazincên xwe anîn ziman û destnîşan kirin ku çareseriya xelasbûyîna ji vê qeyranê çûyîna hikûmeta AKP û MHP’ê ye. Her wiha Pervîn Bûldan jî di axaftina bi esnafan re anî ziman ku hindik maye ku ew ê di hilbijartinê de desthilatdariya AKP’ê bişînin. Pervîn got: “Desthilatdariya AKP û MHP’ê gel û welat mehkûmî qeyrana aboriyê kir. Lê HDP’ê ji bo xelasbûyîna vê qeyranê çareserî ye.” Her wiha Pervîn di serdana esnafek jin ku di xwaringehê de dixebite jî anî ziman ku divê jin hertim li ser piyên xwe bisekinin û aborîya xwe ya serbixwe ava bikin.   Di serdanê de ji bo şandeyê bal û eleqeyek mezin hat nîşandan. Girseyê gelek caran dirûşmên “Jin jiyan azadî” , “ Bijî berxwedana jinan” û “ Bijî berxwedana HDP’ê” berz kirin. Her wiha jinan bi titilî û çepikan piştgirî dan girseyê.   Serdan bi dirûşma “Bijî berxwedana HDP’ê bi dawî bû.