Girtiyên jin ên Îranê li dijî kuştina Jîna Amînî banga yekitiyê kirin 2022-09-21 13:25:08   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên jin ên li Girtîgeha Êvînê, derbarê qetilkirina Jîna Amînî de nameyek rêkirin û gotin: "Qetilkirina Jîna Mahsa Amînî encamê meyzekirina paşveru ya li dijî jinê ye.”   Çalakiyên ji bo Jîna Mahsa Amînî ya ku li Tehranê ji aliyê "polîsên exlaqê" ve hat qetilkirin, li bajarên Îran û Rojhilata Kurdistanê didome. Nameyekî din a qetlîamê şermezar dike ji girtiyan hat. Girtiyên jin ên siyasî yên li girtîgeha Êvînê diyar kirin ku qetilkirina Jîna Amînî protesto kirin her wiha destnîşan kirin ku komkujî jî encamek îfade dike.   Di nameya ku bi îmzeya Aliya Matlabzadeh ji Girtîgeha Êvînê hatiye şandin de ev gotin derdikevin pêş:   “Dibe ku dem hatiye hemû gelên Îranê ji bo bidestxistina mafên bingehîn ên jinan û têkoşîna li dijî zilma li ser jinan bên gel hev. Mirina wê, tenê beşeke ji encamên kiryarên desthilatdarên olî yên li dijî jinan, dij-femînistli ên li dijî jin û ciwanên vê civakê û jin yekem qurbaniyên destdirêjiya zayendî ne. Nêrînên desthilatdarên olî û kaosa kapîtalîst ev çil sal in vê civakê birêve dibe.   Îro piştî mirina Jîna Amînî li qawîşa jinan a girtîgeha Êvînê bi amadebûna nêzîkî çil girtiyên siyasî merasîmek hate lidarxistin. Me ji bo bîranîna wê stran got û li ser rewşê axivîn. Me şîn girt, me şîna hev girt. Di van çil salên dawî de li vî welatî ewqas bûyer qewimîn ku mirovên me hevdu dilxweş nekir.   Îro em hev dilxweş dikir. Me got xwazî em van rojên dijwar li gel xwişk, dayik û hevalên xwe bûna. Ji ber ku me bihîst mirina Jîna Amînî ya bêheq wan dîsa aniye cem hev. Lê Jîna ne ya pêşî û ne ya dawî bû. Qurbanê rejîmê ye.   Mirina Jîna Amînî, tenê beşeke ji encamên kiryarên desthilatdarên olî yên li dijî jinan, dij-femînist ên li dijî jin û ciwanên vê civakê û jin yekem qurbaniyên destdirêjiya zayendî ne. Yên ku ev çil sal in vê civakê dirêve dibin, bûne qurbaniyên hikûmeteke ku hertim bi tenê ji ber jinbûna wan di rûmeta mirovan û mafên gelê Îranê de di şerê de bûne û di çil salên borî de jinan berdêlên giran dan.   Mirina Jîna Amînî ya piştî binçavkirin, girtin û îşkenceya bi pergalî, encamê meyzekirina paşveru ya li dijî jinê ye. Pirs: Jîna Amînî bi kijan sûcê hat kuştin? Jîna Amînî û jinan çi kirin? Gelo tişta ku di van çil salên dawî de Îran xwestiye?”   Em bang li jinan dikin ku bi îrade û çalakiyên xwe re ji Îranê re paşve gav nevejin û yekîtiya jinan pêk bînin."