Çalakvanekî din ji hêla Rejîma Îranê ve hat qetilkirin 2022-09-21 13:06:12     NAVENDA NÛÇEYAN - Bi qetilkirina jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî re li gelek bajarên Îranê çalakî hatibûn destpêkirin. Di encama çalakiyan de welatiyê bi navê Fûad Ghadîmî bi giranî birîndar bûbû, serê sibê jiyana xwe ji dest da. Heta niha di çalakiyan de 6 welatî hatine qetilkirin.    Jina ciwan a kurd Jîna Mahsa Amînî li Tehranê bi sedema ku pora wê xuya dike, ji hêla “polîsên exlaqê” ya rejîma Îranê bi îşkenceyê hatibû qetilkirin. Bi qetilkirina Amînî re di serî de bajarên rojhilatê Kurdistanê, li gelek deverên Îranê çalakî hatin lidarxistin û hêj didomin.   Li bajarê Dîvandareyê di encama êrişa çekdarî ya hêzên rejîmê de, ji çalakvanan Fûad Ghadîmî bi giran birîndar bûbû. Hat zanîn ku Fûad di saetên serê sibehê de jiyana xwe ji dest da. Li gorî Hengaw’ê; Fûad Ghadîmî ev 3 roj bûn li Nexweşxaneya Kausarê di komayê de bû.    Her wiha li gorî daneyên dawî yên Hengawê; di encama êrişên rejîma Îranê de heta niha herî kêm 6 welatî hatine qetilkirin.