Ji xizmên girtiyan bang: Qanûnên xwe pêk bînin 2022-09-21 12:57:29     AMED - Xizmên girtiyan ku ji ber ATK'ê bang li Wezareta Edaletê kirin gotin, "Qanûnên we çi dibêjin wê pêk bînin."   Li dijî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan, ji bo ku girtiyên nexweş û ên ku înfaza wan hatiye şewitandin bên berdan Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve hatibû destpêkirin îro li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) ya Amedê berdewam kir.   Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Amedê, Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alikariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine  (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Alîkarî, Piştevaniya Hiqûqê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Medê (MED TUHAD-FED), Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) piştgirî dan çalakiya malbatan.   'Tiştên tên kirin di hiqûqê de tune ne'    Xuşka girtiyê nexweş Abdulsena Ada Reşahat Ada di daxuyaniyê de axivî û got, "Qanûnên we çine pêk bînin, xizmên me bi tena serê xwe nikarin li xwe binêrin. Hûn çima girtiyên nexweş bernadin. Çima li girtîgehan evqas tundî û îşkence heye. Em dibêjin bila cenazee ji girtîgehan derneyên û xizmên me bên dermankirin. Hemû hewldana me ji bo girtiyên me ye.  Tiştên li girtiyan tên kirin di hiqûqê de cihê wan tune ye.  Di qanûnên tirkiyeyê de jî tiştekî wiha tune ye."   'Berxwedan jiyan e'   Reşahat diyar kir ku heta daxwazên wan bên cih ewê têkoşîna xwe bidomînin û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Bila cenazeyê zarokên me ji girtîgehan derneyên. Hata dilopek xwîna me jî hebe em ê li ber xwe bidin .Em deyndarên girtiyên xwe ne .Ez bang li her kesî dikim ku xwedî li têkoşîna me derkevin. Tiştên bi girtiyan dikin bila ji her kesî re vebêjin. Berxwedan jiyan e."   Daxuyanî bi dirûşma, "Bijî berxwedana zindanan", "Heq, hiqûq, edalet"  bi dawî bû.