Komeleya Jinan a Rosa û OHD serdana malbata Şenyaşar kir 2022-09-21 12:53:46     RIHA - Komeleya Jinan a Rosa û Şaxa OHD’ê yê Amedê serdana çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Malbata Şenyar kir.    Çalakiya "Nobeta Edaletê" ya Emîne Şenyaşar ku di 14’ê hezîrana 2018’an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevser û du kurên wê ji aliyê xizmên Parlamenterê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hat kuştin û kurê Ferît Yaşar ji qetlîamê bi birîndarî filitî, 9’ê adara 2021’î li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin 562 roj in ku berdewam e.    Malbat serê sibehê zû ji mala xwe li Pirsûsê hat ber edliyeyê û dest bi nobetê kir. Malbatê, pankarta li ser wê "Edalet ji bo malbata Şenyaşar, ji bo her kesê edalet" nivîsandî bi blokên betonî yên li ber edliyeyê ve kir.    Îro, rêvebirên Komeleya Jinan Rosa û Endamên Desteya Rêvebir ên Şaxê Amedê yê Komeleya Hiqûqzanan a ji bo Azadiyê (OHD), serdana çalakiyê kir.   Rêvebira Komeleya Jinan a Rosayê Neslîhan Çoban got: "Dayê Emîne li ber deriyên dadgehê li nobeta edaletê dewam dike. Nehiştin malbat şînê xwe bigerîne. Her deqîqe û çirkeyê li ber van deriyan vê trawmayê dijîn. Divê dawî li vê trajediyê bê anîn."