Li Nobeda Edaletê banga bidawîkirina tecrîdê hat kirin 2022-09-20 15:15:42     ÎZMÎR - Di Nobeda Edaletê ya roja 114'emîn de xizmên girtiyan li ber Baroya Îzmîrê hatin gel hevdu û xwestin tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe.    Nobeda Edaletê ya ji bo girtiyên nexweş û yên înfaza wan hatine şewitantin li Baroya Îzmîrê hatiye destpêkirin di roja 114'an de dewam dike. Di çalakiyê de xizmên girtiyan berdilkên bi nivîsên "Bibin dengê zindanan","Bila girtiyên nexweş bên berdan" li xwe kirin.    Rêxistina HDP'ê ya Guzelbahçeyê piştgirî da çalakiyê.    Ji xizmên girtiyan Fatma Surmeli got:"Ceza bidin kujerên jinan. Girtiyên nexweş berdin. Em dayikên ku cegera wan dişewitin. Daxwza me ew e ku tecrîda li girtîgehan bi dawî bibe."   Piştî axaftinan nobed bi dawî bû.