Malbata Şenyaşar: Ne pêkan e ku civak bêyî edaletê bijîn 2022-09-20 12:48:32     RIHA - Emîne û Ferît Şenyaşar di roja 561'ê ya Nobeda Edaletê de wiha gotin:“Roj bi roj krîza aborî mezin dibe. Sedema mezinbûna vê krîzê nebûna edaletê ye. Ne mimkûn e ku civak bêyî edaletê bijîn. Ger em dixwazin nan bînin malê divê em daxwaza edaletê bikin. Ger edalet nebe, nan jî tune ye, edalet tunebe aramî jî nabe!”   Emîne Şenyaşar ji bo hevjîn û du kurên xwe yên 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê ji aliyê xizmên parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, ji 9'ê Adara 2021'ê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê çalakiya nobetê dike.   Ferîd Şenyaşar di roja 561’an a Nobeta Edaletê de dîsa hate ber edliyeya Rihayê û li ‘qoziya edaletê ya Malbata Şenyaşar’ dest bi çalakiya xwe kir. Li aliyê din Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê li Pirsûsê li mala xwe nobetê didomîne.   Malbatê di çalakiya roja nû de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev peyam parve kirin: “Roj bi roj krîza aborî mezin dibe. Sedema mezinbûna vê krîzê nebûna edaletê ye. Ne pêkan e ku civak bêyî edaletê bijîn. Ger em dixwazin nan bînin malê divê em daxwaza edaletê bikin. Ger edalet nebe, nan jî tune ye, edalet tunebe aramî jî nabe!”