Li Kerboranê polîsan êriş bir ser meşa jinan 2022-09-19 18:12:47     MÊRDÎN - Jinên ji bo Pakîstan Demîr a li Kerborabê hat qetilkirin meşiyan, daxwaza edaletê kirin. Dema meşê de polîsan bi gaza îsotê mudaxaleyî jinan kir, tevî mudaxaleyan jî jin bêdeng neman.   Jin ji bo Pakîstan Demîr a ku di 16’ê Îlonê de li navçeya Kerboranê ya Mêrdînê ji aliyê Mehmet Emîn Oner ve hat qetilkirin meşiyan. Jinên Kerboranê li ber mala sersaxiyê ya ji bo Pakîstan hat avakirin hatin cem hev, ber bi Goristana Seyît Hesen ve meşiyan.   Jinên ku di meşê de wêneyên Pakîstanê di destên xwe de bi dirûşmên "Jin jiyan azadî", "Bijî berxwedana jinan", "Destên dirêjê jinan dibe bila bişike" û "Zilam dikuje, dewlet diparêze"  bi tililiyan meşiyan. Dema polîsan xwest meşa jinan asteng bike, jinan bi israr meşa xwe domand.   Di tevahiya meşê de dirûşmeyên xwe berdewam kirin, dirûşma "Mêr dikuje, dewlet diparêze" berz kirin, midûrê polîsan bi gotina "Tu eleqeya vê bi dewletê re tune ye" û bi gotina ger dirûşmeyên li dijî dewletê bên berzkirin dê mudaxele bikin ve tehdît kir.   ‘Edalet tuneye’   Lê jin bi dirûşmeyan bêdeng neman û gihiştin goristanê. Dayik Naîme Demîr xîtabî jinên gihiştin goristanê kir û diyar kir ku ew edaletê dixwazin. Naîme, diyar kir ku edalet tune û wiha got: “Ger edalet hebûya keça min nedimir. Ji bo  me jinan çi hatiye kirin. Tu tişt nehatiye kirin.”   ‘Bila êdî Pakîstan neyên kuştin’   Piştre Medîne Tokgoz axivî û da zanîn ku ew dixwazin êdî jin rabin ser piyan û axivî: “ Bila êdî jin neyên kuştin. Bila êdî Pakîstanên din neyên kuştin. Em dixwazin jin û zarokên xwe ji terora bavan xilas bikin. Em edaletê dixwazin. Ji bo jinan edaletê dixwazin.”   Piştî axaftinan girse bi dirûşmeyan xwest ji goristanê bimeşe, polîsan li ber deriyê goristanê jinan asteng kir. Dema jinên ku xwestin meşê bidomînin xwestin barîkata polîsan bişkînin. Polîsên ku bi gaza îsotê mudaxeleyî jinan kirin, destûrê nedan jin ji goristanê derkevin.   Li ser vê yekê jinan bi sloganan helwesta polîsan şermezar kir û piştî demekê polîsan barîkat rakirin, jinan dîsa derbasî cihê sersaxiyê bûn.