Ji bo çûyîna Îmraliyê ji Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur 756 parêzeran serlêdan kir 2022-09-19 15:54:13     NAVENDA NÛÇEYAN - Buroya Hiqûqê ya Asrinê ragihand ku bi mebesta hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, ji Rojhilata Navîn û Efrîqeya Bakur 756 parêzeran serlêdan kiriye.    Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji 15’ê sibata sala 1999’an heta niha li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê di nava şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin. Ji Fas, Filistîn, Herêma Federal a Kurdistanê, Iraq, Lubnan, Misr, Rojava, Sûriye û Urdunê bi giştî 756 parêzeran bi mebesta hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê tên ragirtin Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş, serî li Wezareta Edaletê dan.    Têkildarî mijarê Buroya Hiqûqê ya Asrinê li ser hesaba xwe ya Twîtterê agahî parve kirin û wiha got: “Hempîşeyên me xwestin li Silêmaniyeyê daxuyanî bidin lê ji hêla hêzên asayîşê ve hatin astengkirin. Ev mînak nîşan dide ku tecrîd mijareke navneteweyî ye û hewcehiya bi têkoşîna li dijî wê radixe ber çavan. Em spasiya hemû hempîşeyên xwe dikin ku bi nivîskî û li pêş çapemeniyê daxuyaniyên xwe dan û gotin; fikr û felsefeya birêz Ocalan sînorên Kurdistanê derbas kiriye, xwedî hêza çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn in û divê tecrîd bê têkbirin û Ocalan azad bibe.”   Di 14’ê îlonê de ji 22 welatan 385 parêzeran bi mebesta hevdîtina bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re serî li Wezareta Edaletê dabûn û têkildarî mijarê li Brukselê daxuyanî dabûn. Di serlêdanê de ji bo sepanên li Îmraliyê pênaseya “tecrîdeke taybet a cihêkar” hatibû kirin.    Bi heman mebestê li başûrê Kurdistanê jî kampanya hat destpêkirin. Komîteya amadekar a kampanyayê li pêşiya Dadgeha Silêmaniyeyê kom bû û xwest daxuyaniyê bide. Lê belê hêzên asayîşê nehiştin ku parêzer daxuyaniyê bidin.    Li gorî komîteyê; ji herêmên cuda yên başûrê Kurdistanê bi giştî 44 parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirine.    Tê payîn ku di rojên pêş de jî têkildarî kampanyayê li navendeke din daxuyanî were dayîn.