Li Mexmûrê qetilkirina Jîna Amînî hat şermezarkirin 2022-09-19 12:57:34     MEXMÛR -  Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê qetilkirina Jîna Amînî bi daxuyaniyekê hat şermezar kirin û wiha hat gotin: “Em helwesta jinên Rojhilatê Kurdistanê ya di merasîma Jîna Amînî de, ya bi yek dengî gotina ‘Jin jiyan azadî’ pîroz dibînîn.”   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) ji bo şemezarkirina qelilkirina Jîna (Mahsa) Amînî ya ji aliyê Rejîma Îranê ve daxuyaniyek dan. Daxuyanî bi amadebûna jinên wargehê li Weqfa Jina ya Mexmûrê bi deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî cangoriyên Kurdistanê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê daxuyanî ji aliyê Mamosta Zozan Bîlen ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Polîtîkaya çewisandina jinê li ser kar, dixwaze bi hemû hêza xwe ve jina pêşenga dîroka mirovatiyê ye qetil bike. Nimûneya vê yekê ji di bûyera 13’yê îlona 2022’yan ya li paytexa Îranê Teharanê qewim ku jina kurd ya bi navê Jîna Amînî ku ji bo geştê çûbû, bi hêceta ne rêk û pêkiya hîcaba wê de tê desteserkirin û li girtigehê hat êşkencekirin, di encaman îşkenceya lê hatî kirin de jiyana xwe ji dest dide. Rastiya serdestiya zilam û zilmkaran li ser jinê tê meşandin baştir radixe ber çavan. Di aliyê din de Rejîma Îranê ya ku di aliyê parastina mafê jinê de ti şansê xwe ji mirovahiyê negirtiye bi kiryarên xwe yên bi vî şêwazî zordestiyan xwe li ser jin, zarok û civakê radixe ber çavan.   Em wek jinên wargeha Penaberan a Mexmûrê ji ber ku bi şêwazek bê exlaqane û ne merdane qetilkirina jina ciwan a Rojhilatê Kurdistanê Jîna Amînî xemgîniya xwe tînin ser ziman. Di serî de em ji malabata hêja û hemû jinên li beramberî bê mafiya zordestan serhildane û di nava têkoşînê de ne sersaxiyê dixwazin. Li aliyê din dema definkirina cenazeyê Jîna Amînî helwesta bi yek dengî ya jinan ya gotina ‘Jin jiyan azadî’ pîroz dibînin.”